• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter hatin şermezarkirin

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2024 - 16:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Tekane cihê hêviya jiyaneke birûmet lê heye Rojava ye û divê em bi tenê nehêlin..”

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hatin protestokirin.

Edene

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokên DEM Partiyê yên bajarên Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Hatayê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.

‘Tirkiyeyê çavberdane destkeftiyên gelê kurd’

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e. Aydemîr, êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: “Lê ev yek eşkereye ku di serî de îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê, hêzên herêmê çavberdane destkeftiyên gelê Kurd ku bi bedelên giran hatine bidestxistin. Bi taybet jî êrişên ser Minbicê hatine dijwarkirin û Rojava dîsa ji hêla van hêzan ve hedef hatine girtin. Di vê pêvajoya dîrokî de divê her kes xwedî li Minbic û Rojava derkeve. Ev xwedîderketin ji bo gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî ye. Tekane cihê hêviya jiyaneke birûmet lê heye Rojava ye û divê em bi tenê nehêlin. Ev, erka me ya sereke ye. Di vê çarçoveyê de em ê di sala 12’emîn a şoreşê de bi ruhê berxwedanê piştevaniyê bidin û bêdeng nemînin.”

Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

Agirî

Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Li gel rêveberên bajar û navçeyan, gelek welatî jî tev li bûn. Ji rêveberên partiyê Cengîz Alkatmiş di daxuyaniyê de wiha got: “Êrişa ser Minbicê, hewldana têkbirina çareseriya li Sûriye û Tirkiyeyê ye. Ev yek, deraqilî ye. Divê dev ji vê berdin. Êrişa desthilata AKP’ê ya li dijî destekeftiyên gelê kurd, dê îstîqrara Sûriyeyê taloq bike û agirê li Rojhilata Navîn gurtir bike. Banga me ji bo desthilata AKP’ê ew e ku li dijî Sûriyeyê polîtîkayeke aştiyane bimeşîne û bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikeve nav guftûgoyê. Divê desthilata AKP-MHP’ê tavilê dev ji êrişên dijminane yên li dijî destkeftiyên gelê kurd berd e. Em careke din dibêjin; dê Minbic nekeve, Dêrazor nekeve, Rojava dê tu caran nekeve.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.

Sêwereg

Rêxistinên DEM Partî DBP’ê yên Sêwereg a Rihayê jî li Parka Lezgo daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Êrişên ser Rojava bi tundî şermezar dikin” û dovîza “Rojava rûmeta me ye” hatin hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêweregê Alî Dusak bi bîr xist ku piştî êrişên HTŞ’ê yên ser Helebê, êrişên ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûne. Dusak, da zanîn ku ji ber êrişan gelek welatî ji warên xwe bûne û wiha got: “Balafirên şer û SÎHA’yên tirkan gelê me qetil dikin. Dixwazin li Rojava pêş bikevin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyêêrîşkomên paramîlîterRojavaTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

1 TÎRMEH 2026
Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

29 HEZÎRAN 2026
Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

28 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

27 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne