• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Enqere / AW

21 SIBAT 2026 - 19:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Encamnameya 3yemîn Sempozyûma Zimanê Dayikê yê Navneteweyî ku ji aliyê Egîtîm-Senê ve hat lidarxistin hat aşkerekirin. Di encamnameyê de hat gotin ku divê perwerdehiya pirzimanî pêk were û mafê zimanê dayikê bê misogerkirin.

Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) tekildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar xist. Sempozyûma li eywana konferansê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin destpê kir. Ji Lubnan, Kafkasya, Afrîkaya Başur, îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (zoom) kesên ji mijarê re alaqadar tevlî sempozyûmê bûn.

Sempozyûm piştî 3 rûniştinan bi forumê ve ku beşdarên tevlîbibûn li ser sempozyûm û Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê fikir û remanên xwe anîn ziman bi dawî bû. Piştre jî encamnameya sempozyomê hat aşkerekirin.

Encamnameya sempozyomê ji aliyê Serokê Giştî yê Egitîm-Senê Kemal Irmak ve hat xwendin. Kemal Irmak li ser wateya rojê axaftineke kurt kir û encamname aşkera kir.

Encamnameya sempozyûmê wiha ye:

“Lêkolînên zanistî û ezmûnên navneteweyî nîşan didin ku mafê fêrbûna bi zimanê dayikê yê kesekî yek ji şertên bingehîn ên pêşkeftina têgihiştinî, serkeftina akademîk û wekheviya di perwerdehiyê de ye. Berevajî vê, polîtîkayên perwerdehiyê yên li ser bingeha yekzimanî ji bo kesên ji paşxaneyên zimanî û çandî yên cihêreng newekheviyên avahîsaziyê diafirînin; ew pêvajoyên fêrbûnê asteng dikin, dibin sedema neheqiyan. Ji ber vê yekê, perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê ne tenê daxwazek çandî ye, lê di heman demê de pêdiviyek pedagojîk û mafek bingehîn a mirovan e. Ezmûnên navneteweyî yên ku di sempozyûmê de hatine parvekirin nîşan dane ku modelên perwerdehiya pirzimanî dikarin di çarçoveyên dîrokî û civakî yên cûda de bi serkeftî werin bicîhkirin. Gotûbêjên sempozyûmê aşkere kirin ku divê veguheztina perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê di aliyên xwe yên pedagojîk, qanûnî û sazûmanî de were çareser kirin.”

Kemal Irmak daxwaz jî wiha rêz kirin:

“*Mîsogeriya qanûnî divê hemû astengiyên li pêşiya mafê perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê werin rakirin.

*Divê pergaleke perwerdehiyê ya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê de were avakirin, ji pêşdibistanê dest pê bike û ji bernameyên perwerdehiya mamosteyan bigire heya mufredatê dirêj bibe.

*Divê Tirkiye tavilê şerhên ku li ser peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê diyar dikin rake.

*Divê hikûmetên herêmî azad bin ku baxçeyên zarokan ên laîk, zanistî, yên bi zimanê dayikê, navendên ciwanan, pirtûkxane û navendên çandî vekin.

*Divê siyaseta tayînkirina qeyûman bi dawî bibe.”

Etîket: encamnameKurdîperwerdehîSempozyumziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne