• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Encamnameya Kongreya NADAyê hate aşkerekirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 GULAN 2025 - 19:15
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Encamnameya Kongeya 1emîn a Hevgirtina NADA ku di navbera 15-17ê Gulanê de li Silêmaniyê pêk hat, hate aşkerekirin.

Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) di 15ê Gulanê de li Silêmaniyê pêk hat. Di kongreya ku 3 rojan dewam kir de ji 19 welatan bi qasî 200 delege amade bûn.

Encamnameya Kongreya 1emîn a Hevgirtina NADA ji aliyê Sekretera Hevgirtina NADA Nûbihar Mustefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku konferansa ku bi dirûşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê re ber bi Civaka Demokratîk ve’ bandora şer a xirab a li ser jinê bi hûr û kûr hate nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku krîzên ji ber Şerê Cîhanê yê 3yemîn pêk tên, li dijî jinan bi rengekî ‘qirkirina veşartî’ hatiye pênasekirin. Ji qirkirina li ser jinên Êzidî ya sala 2014an a li Iraqê bigire heta pêşketinên demê dawî ya li Filistîn, Sûdan û Yemenê gelek mijar hatine nîqaşkirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Divê rola rêxistinkirina jinan a di avakirina aştiyê, avakirina civaka demokratîk ku şoreşa jinê esas digire bê zêdekirin. Xurtkirina yekîtiya jinan a di asta herêmî de, pêşxistina perspektîfa têkoşîna hevpar a li dijî koalîsyona mêrêserwer-neolîberal. Her wiha hate piştrastkirin ku divê jin xwedî mekanîzmayên hiqûqî, destûra bingehîn û ewlekariyê bin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefên stratejîk hatiye destnîşankirin, 7 komîte hatine diyarkirin û li ser 12 bendan li hev kirine.

12 xalên li ser hatine lihevkirin wiha ne;

“1- Xurtkirina Hevgirtina NADA wek hevgirtineke jinan a berfireh ku li ser pîvanên mafên mirovan yên gerdûnî ji xwe re esas digire, Peymana Rakirina Her Cûre Cudahiyên li Dijî Jinan (CEDAW), Peymana Stenbolê û biryara hejmar 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, wek belgeyên herêmî û navnetewî ku bingeha tifaqeke berfireh a jinan pêk tîne û xurtkirina wê.

2- Qebûlkirina belgeyên şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Belgeya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan wek referanseke bingehîn.

3- Xurtkirina têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û parveker.

4- Avakirina aştî û civakeke demokratîk a li ser bingeha takekes a azad, dûr ji tundî, mezhebgerî û neteweperestiyê.

5- Piştgiriya hewldanên aştî û civaka demokratîk a bi perspektîfa azadiya jinê ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin.

6- Daxwazkirina berdana girtiyên jin yên di girtîgehên rejîmên dagirker û zordar de.

7- Zêdekirina piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên êzidî.

8- Xurtkirina hevgirtina herêmî û gerdonî li dijî pirsgirêkên wek şer, tundî, koçberî, guherîna demografîk û cudahiyên aborî-civakî ku jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dijîn.

9- Avakirina tor û platformên têkoşîna hevpar di navbera rêxistinên jinan de; belavkirina parvekirina ezmûn, raman û (vizyon) dîtinê.

10- Pêşxistina şiyan û zanebûna jinan da ku bikaribin di mekanîzmayên biryarstandinê de bi awayekî çalak cih bigirin.

11- Xurtkirina çalakiyên komîteyên Hevgirtina NADA li ser asta herêmî û bicihkirina projeyên hevpar li ser asta herêmî.

12- Avakirina medyayeke jinê ya serbixwe li dijî temsîliyetên nerênî û zayendperestên li dijî jinan di medyayê de.

Bijî Têkoşîna Jinên Azad ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê!

Bijî Şoreşa Jinan: Jin, Jiyan, Azadî!”

Kongre, piştî axaftina dawiyê wê bi dawî bibe.

Etîket: aşkereencamnameNADASilêmaniyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silêmaniyê dengê teqînan hatin bihîstin

Li Silêmaniyê dengê teqînan hatin bihîstin

18 TEBAX 2026
Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

19 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan: Divê statûya Birêz Ocalan bê misogerkirin

Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan: Divê statûya Birêz Ocalan bê misogerkirin

5 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

3 TÎRMEH 2026
Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

21 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne