• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Konferansa ÎHDê: Pêkanîna aştiyê mijareke civakî ye

Amed / AW

23 HEZÎRAN 2025 - 12:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

ÎHD encamnameya konferansa xwe ya di 21 û 22yê Hezîranê de li Amedê pêk anî, eşkere kir û hat gotin ku pêkanîna aştiyê mijareke civakî ye û hat xwestin li tavilê operasyonên leşkerî bên rawestandin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otelek Amedê di navbera 21 û 22yê Hezîranê de bi şîara “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” konferansek li dar xist. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran û malbatên qurbaniyên şer hatin cem hev. Di konferansê de li ser aştiyê û pêkahtina aştiyê û lihevhatinek civakî nîqaş û axaftin hatin kirin. ÎHDê li avahiya xwe ya şaxa Amedê civînek çapameniyê li dar xist û encamnameya konferansê eşkere kir. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê ÎHDê yê Amedê Ercan Yilmaz û rêveberên ÎHDê tev li bûn.

Hevserokê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban ewilî axivî.

‘Divê operasyon bê rawestandin’

Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku her kes dît û dibîne ku ew hewcedariyê aştiyê ne û wiha got: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan, PKK xwe fesix kir. Lê hê jî dewletê tu gav neavêtine. Di pakêta 10emîn a darazê de hêviya gel hebû lê ev jî vala derket. Biryara xwefesixkirinê girîng e lê em dibînin ku li başûrê Kurdistanê êrişên li ser gerîla berdewam dikin. Ev jî dê pêvajoyê sobate bike. Divê operasyon bên rawestandin.”

Piştre Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz encamnameya konferansê xwend.

‘Divê her kes bi zimanek aştiyane biaxive’

Ercan Yilmaz diyar kir ku wan di roja yekemîn de li ser bîr-hafizeyê û di roja duyemîn de jî rola civaka siyasî û rêxistinên sivîl di pêkanîna aştiyê de konferans li dar xistin e û got: “Em îro pirsgirekên ku me di konferansê de tespît kirine eşkere dikin. Divê desthilat heqîqetê bibîne û bi vê heqîqetê re rû bi rû bimîne. Lazim e desthilat dest ji polîtîkayên şerê taybet berde. Politîkayên ewlehiyê tu pirsgirekan çareser nake. Temsîliyeta jinan û beşên din ên civakê tê piştguhkirin. Divê her kes bi zimanek aştiyane biaxive.”

‘Divê komîsyona heqîqeqetê were avakirin’

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku peşniyarên wan hene û wiha got: “Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd, girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Pêwîste biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û darizandina adilane bikeve dewrê. Divê rêya vegera li gundan bê vekirin. Divê jin bi awayekî wekhevî tev li pêvaoyê bibin. Pêwîste komîsyona heqîqête bê avakirin. Kesên ku beşdarî konferansê bûne jî diyar kirin ku hewceyî bi zemînek wekhev û edaletê heye. Aştî mijareke civakî ye.”

Etîket: AmedaştîedaletÎHDKonferans
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne