• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

Stenbol / AW

14 GULAN 2026 - 09:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Berdevkê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz diyar kir ku çepgir, ciwan, demokrat, jin û tevahiya beşên civakê tev li meşa “Gavek ji bo aşitiyê” bibin û got: “Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girêdayî xala azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Em di 16ê Gulanê de li benda gelê xwe ne û em ê bi hev re banga aşitiyê bilind bikin.”

DEM Partî dê di 16ê Gulanê de li bajarên Bakurê Kurdistan û hin bajarên Tirkiyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Gavek ji bo aşitiyê” li dar dixe. Li dehan bajaran amadekariya meşê didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî ji bo meş bi girseyî pêk were, serdana partiyên siyasî, saziyên sivîl û gel dike. Berdevkê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz banga beşdariya meşê kir.

‘Em ê di meşê de daxwazên xwe bînin ziman’

Çetîn Yildiz diyar kir ku Stenbol bajareke mezin e û gelek girîng e û wiha got: “Stenbol bajarê ciwan, kedkar û jinan e, daxwaza hevpar ya avan jî aştî ye. Divê banga aştiyê herî bilind li Stenbolê bilind bibe. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nîqaş li ser aştiyê tên kirin, Stenbol jî bi hemû pêkhatiyên xwe di vê pêvajoyê de xwedî fikr e. Di meşê de tevahiya pêkhateyên Stenbolê jî dê daxwazên xwe bînin ziman. Em ê banga xwe ji tevahî beşên civakê re bikin û em ê tevahî hezên ked û demokrasiye vexwînin meşê. Jixwe keda partî û saziyan ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye, em dixwazin vê kedê di nava yek dengî de bilind bikin.”

‘Divê em daxwazan hemû bikin yek û li kolanan bang bikin’

Çetîn Yildiz destnîşan kir ku tevahiya xebatên wan bi motîvasyona azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin û wiha axivî: “Ji 27ê Sibatê vir ve li qada siyasî mijara herî girîng azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Xebatên me cuda cuda didomin bingeha vê jî pêş xistina pêvajoyê ye. Em her dem dibêjin demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girêdayî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Ev pêvajo bi înîsiyatîfa birêz Abdulalh Ocalan dest pê kir. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan aliyê gelê Kurd li tevahî qadan de xwedî li pêvajoyê derket. Loma jî pêşketina pêvajoyê girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo pêvajoyê gavên ku hatine avêtin jî bi fedekariya birêz Abdullah Ocalan pêk hatin. Divê em tevahiya daxwazan bikin yek û li kolanan bang bikin.”

‘Tu hêz tune ye ku li pêşiya gelê ku rêxistinkirî bisekine’

Çetîn Yildiz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ji bo tevahiya beşên civakê tev li meşê bibin dixebitin û got: “Em li bendê ne ku çepgir, ciwan, demokrat, sosyalîst, jin û tevahiya beşên civakê tev li meşê bibin. Daxwaza me ew e ku ji bo aştiyê gavek bê avêtin. Aliyê gelê Kurd gavên pêwist avêtin, êdî hewceye ku dewlet gav biavêje. Ji bo pêvajo bimeşê divê gav bê avêtin. Em ê jî bi vê daxwaza xwe 16ê Gulanê li pêşiya Opereya Surreyayê kom bibin û bimeşin. Ev meş weke startekî ye. Heke di nava civakê de rêxistinbûyînek hebe ev ê bandora xwe li pêvajoyê jî bike. Tu hêz tune ye ku li pêşiya gelê ku rêxistinkirî bisekine. Heke li qadan yekîtiyek hê berfirehtir bê avakirin ev ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyê jî bibe bersivek. Ji bona wê jî em ê meşekê li dar bixin. Em 16ê Gulanê li benda gelê xwe ne ku em bi hev re banga aştiyê bilind bikin.”

Etîket: Berdevkê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn YildizDEM PartîGavek ji bo aştiyêMeşa Gavek ji bo aştiyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne