• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

Abdullah Esen / AW

1 ADAR 2026 - 08:52
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Êlih – Aktivîstên TJAyê ku li Êlihê çalakiyên 8ê Adarê li dar dixin bang li jinan kirin ku roja 8ê Adarê tev li mitîngê bibin û gotin: “Em dixwazin ew roj jin bi reng, tilîlî û bi dengê xwe beşdarî mitîngê bibin.”

Li Êlihê bi rojan e aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek gund, navçe û navenda Êlihê bênavber xebatên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi rê ve dibin. Aktivîstên TJAyê banga tevlibûna mitînga 8ê Adarê li jinan kirin.

Aktivîsta TJAyê Nûrten Uzumcu diyar kir ku ew 8ê Adarê weke her sal dê îsal jî dîsa li Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz bikin û wiha got: “8ê Adarê ji bo me roja têkoşîn û berxwedanê ye û ji bo jinên Kurd rojeke taybet e. Heta ev hatiye vê astê û hatiye pîrozkirin jinan gelek bedelan daye. Lê bi taybetî jî jinên Kurd bêhtir bedelên giran didin. Em weke her sal ji bo ku 8ê Adarê bê pîrozkirin li gelek taxên Êlihê li gund û navçeyên wê digerin. Bi vê gerê em bi jinan re gelek didin û distînin. Em xebatên xwe bi çalakiyan û bi rêxistin kirinê bêhtir dibînin ku jin tê rêxistinkirin. Xebatên me weke perwerdehiyê û atolyeyan tê meşandin. Û bi yekê re pêvajoyek jî heye û sala wê jî qediya. Li ser vê pêvajoyê jî xebatên me hene. Me heta niha li pênc herêmên Êlihê û li 49 taxên wê yên navendî bi jinan re atolyeyan û 50 civînan li dar xistiye. Her wiha em ê di 7ê Adarê de mitîngekî li dar bixin, dîsa jî hefteyek li pêşiya me heye em ê dîsa bi jinan re bên gel hev. Bangewaziya me li hemû jinên Êlihê ye, di 7ê Adarê de saet di 13:00an de li Dortyholê em ê mitînga xwe li dar bixin. Em dixwazin ew roj jin bi reng, tilîlî û bi dengê xwe beşdarî mitîngê bibin.”

‘Roja serhildanê, azadî û aştiyê ye’

Aktivîsta TJAyê Şukran Tay jî anî ziman ku 8ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e û got ku roja serhildanê, azadî û aştiyê ye û wiha axivî: “Em weke jinên Êlihê bi rojan e, di kar û xebatan de ne. Niha ji bo ku xebat bêne meşandin em li parkan e û çalakiyan li dar dixin, da ku jin bêne beşdarî çalakiyan bibin. Em 8ê Adarê li jinên Rojava û li jinên her aliyên Kurdistanê jî pîroz dikin. Û bi vê mebestê em wê rojê li jinên hemû cîhanê jî pîroz dikim.”

‘Tevî hemû astengî û tundiyan jî dîsa jin li ber xwe didin’

Aktivîsta TJAyê Fatma Tan jî qala 8ê Adarê kir û got ew roj ji bo wan rojeke gelek girîng û bi wate ye. Tan bi bîr xist ku her sal ew beriya 8ê Adarê li taxan digerin û xebatan xwe didin meşandin û got: “Em dixwazin çalakiyên 8ê Adarê bi girseyî bên lidarxistin. Ez dixwazim hemû jinên cihanê û yên Êlihê wê rojê di nava pîrozbahiyan de cih bigirin. Bi salan e ku qetlîamên mezin li ser jinan tên kirin. Tevî hemû astengî û tundiyan jî dîsa jin li ber xwe didin. Em jin tim ji bo ku pêşî li van bûyeran bigirin hewldanên me hene.”

‘Kuştina jinan dilê me diêşîne’

Aktivîsta TJAyê Lamîa Ektî jî 8ê Adarê li dayik û li jinên di girtîgehan dîl tên girtin pîroz kir û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku ew roj her kes qadê tijî bike û roja xwe pîroz bikin. Her roja diçe tundiya li ser jinan zêde dibe. Lê mixabin jin çiqas jî li ber xwe didin roja dinê dîsa jî jinekê tê qetilkirin. Em dixwazin ji bo ku pêşî li van qetlîamên jinan bê girtin, her kes piştgirî bide van çalakiyan. Ne ji jinan û ji dayikan be kes nikare karekî jî bike. Bi qetlîamên jinan dilê me diêşê. Dîsa em bi dil û can xebatên xwe dikin. Em dixwazin li dijî kuştina jinan her kes tev li mitînga me bibe.”

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanêaktivîstên TJAyêTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

16 HEZÎRAN 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026
TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne