Serokwezîrê Iraqê serdana xwe ya ku dihat payîn sibê biçe Erebistana Siûdiyê, betal kir.
Li gorî medya Iraqê biryar bû ku sibê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Erebistana Siûdiyê bikira.
Lê tê gotin Elî Zeydî ji ber êrişên asmanî yên hevpar ên Amerîka û Siûdî yên li ser Heşdî Şabî û komên din ên çekdar ên nêzî Îranê, serdana xwe ya ji bo Siûdiyê betal kiriye.
Hêjayî gotinê ye beriya niha malpera “Al-Hurra” ya Amerîkî belav kiribû ku di vê serdana Zeydî ya ji bo Siûdiyê de, Riyad wê di mijara bêçekkirina komên çekdar de, ji bo Iraqê bikeve nava hewldanan.













