• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Egîtîm Sena Amedê: Bêyî aştiyê perwerdehiya bi ewle nikare bê avakirin

Amed/ AW

17 NÎSAN 2026 - 15:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê û Şaxen Egîtîm-Senê yên Amedê bang li Wezîrê Perwerdehiyê kirin û wiha gotin: “Tiştên ku li Sêwreg û Mereşê qewimîn ne çarenûsa vî welatî ne. Bêyî demokrasî aştî, bêyî aştî perwerdehiya ewle, bêyî perwerdehiya ewle civakeke saxlem nikare bê avakirin.”

Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê û Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê bi boneya şermezarkirina êrişên li ser dibistanan li Xaçerêya Lûnaparkê ya li navçeya Peyas a Amedê meşek li dar xistin û li ber avahiya Miduriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û nunerên saziyên sivîl, parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kes tev li meşê bun. Di meşê de pankarta “Ji Tundiya li Dijî Mamosteyan re Bêje Na. Em civakeke bêtundî dibistanên ewle dixwazin” û gelek dowîzên li ser girîngiya mijarê nîşan didan hatin rakirin. Girse cih bi cih diruşmên “Zarok jiyan e jiyanê nekuje” û “Bijî berxwedana kedkaran” berz kirin. Metna daxuyaniyê Rêvebera Şaxa Egîtîm Senê ya Hêjmara 1an a Amedê Ozgur Gunger Pekgunê xwend.

‘Li her qada jiyanê de tundî zêde dibe’

Beriya daxuyaniyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hêjmara 1an a Amedê Farûk Ercan axivî. Farûk Ercan bal kişand ser buyerên vê dawiyê qewimîne û ev tişt anî ziman: “Gel zarokên xwe dişîne dibistanan baweriya xwe bi wan tîne, lê li dibistanan jiyana zarok û mamosteyan di xetereyeke mezin de ye. Tundiyek mezin hatiye meşandin bi dehan kes hatine kuştin. Lê deng ji wan kesên ku berpirsyarên vî karî ne dernakeve. Em dizanin ku çerxa tundiyê ne tenê bi vê re sînordar e. Mixabin şert û mercên siyasî ku welatê me tê de ye her ku diçe tundiyê bi pêş dixin. Her roj gelê me di nav vê çerxa tundiyê tê girtin û îşkence kirin. Li her qada jiyanê tundî zêde dibe. Ji ber vê yekê em bang li desthilatê dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe berd in êdî bes e.”

‘Bêedaletî her ku diçe zêde dibe’

Dû re Ozgur Gunger Pekgunê da zanîn ku ew xwendekar û kedkarên perwerdehiyê yên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û wiha got: “Êşa me mezin e, hêrsa me hevpar e. Saziyên perwerdehiyê, ne tenê cihên ku agahî lê tên veguhestin e, di heman demê de qadên giştî yên ku civaka demokratîk, wekhevî û aştî lê tên avakirin e. Dibistan ew mekan in ku nasname, ziman û çandên cihêreng hîn dibin ku bi hev re, di nav wekhevî û azadiyê de bijîn. Her êrîşa ku berê xwe dide van qadan, rasterast gefek e li dijî aştiya civakî ye. Tundî ne bûyereke tekane ye, sîstematîk e! Tundiya ku îro di dibistanan de pêk tê, ne bûyerên asayîşê yên tekane ne, encameke rasterast a krîza aborî, civakî û siyasî ya kûr e. Bêedaletî her ku diçe zêde dibe, bêkariya berbelav, fikara bêpêşerojiyê ya ciwanan û bêhêvîtiya ku mezin dibe, ev yek jî hilweşîna civakî bilez dike.”

‘Tiştên ku li Sêwreg û Gurgumê qewimîn ne çarenûsa vî welatî ne’

Ozgur Gunger Pekgunê diyar kir ku çareseriya krîza di perwerdehiyê de, tenê bi tedbîrên polîsî an tevdîrên ewlehiya fîzîkî ne pêkan e û ev tişt anî ziman: “Çareseriya rasteqîn, di bingeheke aştiyê de ku wekî dewlemendî tên dîtin û di xebateke demokratîk de ku mafê axaftinê yê her kesî heye veşartî ye. Demokrasî, li dijî polîtîkayên ferzker ên di perwerdehiyê de aqilê hevpar ê paydaran dixe dewrê. Edalet û liyakat jî bi dayîna soza pêşerojekê di nav pergalê de ji bo ferdan, rê li ber meyldariya ber bi tundî û pêkhateyên îllegal digire. Her wiha em daxwaz dikin ku Yûsûf Tekîn ê ku di serdema wezîrtiya xwe de bi pêkanînên xwe yên li her qada perwerdehiyê li şûna çareserkirinan pirsgirêkên perwerdehiyê ev pirsgirêk mezintir kirin, derhal îstifa bike. Tiştên ku li Sêwreg û Gurgumê qewimîn ne çarenûsa vî welatî ne. Bêyî demokrasî aştî, bêyî aştî perwerdehiya ewle, bêyî perwerdehiya ewle civakeke saxlem nayê avakirin. Me li dijî şer aştiyeke bi rumet, li dijî mirinê jiyanê, li dijî tariyê ronahiyê parast û em ê parastina xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê girse qasî deh deqîqeyan li ber avahiya miduriyeta perwerdehiyê sekinî û bi tililî, çepik û diruşmeyan çalakiya xwe bi dawî kir.

 

Etîket: Faruk ErcanOzgur Gunger PekgunPlatforma Şaxan a KESKê ya AmedêŞaxên Egîtîm Senê yên Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

3 COTMEH 2026
Serlêdanên Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran a 15emîn dest pê kir

Serlêdanên Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran a 15emîn dest pê kir

17 TÎRMEH 2026
Farûk Ercan: Vê pergalê ji zarokekî kujerek afirand

Farûk Ercan: Vê pergalê ji zarokekî kujerek afirand

19 NÎSAN 2026
Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

10 NÎSAN 2026
KESKê li Amedê ragihand: Em ê 14 Çile greva giştî li dar bixin

KESKê li Amedê ragihand: Em ê 14 Çile greva giştî li dar bixin

5 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne