• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Êdî dora dewletê ye, divê dewlet zagonên entegrasyonê derxîne’

Omer Demîr /AW

29 COTMEH 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê OHDê yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî biryara vekişandina gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê diyar kir ku Tevgera Azadiyê bi gava vekişandinê armanca xwe ya pêşxistina pêvajoyê aşkere kir û got: “Êdî dema gav avêtinê dora dewletê ye. Divê dewlet zagonên entegrasyonê derxîne.”

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de daxuyaniyek da û aşkere kir ku wan di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku biryara bi dawîkirina şerê çekdarî dabû dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê kiriye. Daxuyanî bi tevlibûna Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Fermandara Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Vejîn Dersîm, Endamê Konseya Leşkerî ya HPGê Devrîm Palû û gerîlayên ku ji Tirkiyeyê vekişiyane û hatine li Qendîlê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Sabrî Ok diyar kir ku ew di qonaxeke pir girîng da ne û divê edî xebatên qanûnî bên kirin.

Têkildarî gava dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî tên dayîn û piştigiriya gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tê diyar kirin. Têkildarî van geşedanan Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Giştî Serhat Çakmak ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘PKKê ji bo ihtîmala sabotajê ji holê rakê gav avêt’

Serhat Çakmak anî ziman ku gava Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandinê gaveke gelek girîng e û got: “Piştî agirbesta PKKê ev demeke ku di navbera PKKê û arteşa dewleta Tirk de şer pêk nehatiye. Pêvajo jî wîsa bê şer berdewam dike. Di wextên bê şer de ihtîmalên sabotajê derdikeve holê. PKKê endamên xwe yên li Tirkiyeyê vekişandin. Gava PKKê ji bo rewşa bêşer berdewam bike û îhtîmala sabotejê ji holê rake pêk hat. Gava PKKê ji bo rol û mîsyona pêvajoyê gelek girîng e.”

‘Divê devlet gav biavêje’

Serhat Çakmak diyar kir ku PKKê bi gava vekişandinê, armanca xwe ya pêşxistina pêvajoyê aşkere kir û ev tişt anî ziman: “Di daxuyaniya 27ê Sibatê de çibibû? Birêz Abdullah Ocalan got ku ’em ê rêxistina xwe fesix bikin.’ Em ê tev li siyaseta demokratîk bibin. PKKê jî got em li pişt vê daxuyaniyê ne û li gorî wê jî gavên xwe diavêjin. Piştî gava PKKê êdî dema gav avêtinê dora dewletê ye. Divê dewlet zagonên entegrasyonê derxîne. Ji bo endamên PKKê tev li qada siyaseta demokratîk bibin divê devlet gav biavêje.”

‘Ji bo gel pêvajoyê erenî bibîne divê gav bên avêtin’

Serhat Çakmak destnîşan kir ku divê ji bo endamên PKKê zagonên taybet bên derxistin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Divê bingeha pirsgirêka Kurd werê çareser kirin. Divê devlet pirsgirêka welatiyan ji holê rakê. Dema ku pirsgirêkên welatiyan ji holê rabe dê tevahiya welatiyên ku di nava vî welatî de dijîn jiyanek wekhev bijîn. Her kes xwe di nava civakê de wekhev bibînin. Gel bi zimanê xwe di nava devletê de bijîn û xizmetên dewletê bi zimanê zikmakî bibînin. Ji bo tevahî van tiştan divê qanûn bên guherandin. Ev tişt belkû di demekî nêz de çênebin jî, heke pêk werin dê hêviyên gel jî xurt bibe. Ji bo gel pêvajoyê erenî bibîne divê gav bên avêtin. Divê weke gava ewil girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Lijneyên ku berdana girtiyan asteng dikin divê ji holê bên rakirin. Divê hinek gav bên avêtin ku baweriya gel mezin bibe.”

Etîket: Hevserokê OHDê yê GiştîpêvajopkkSerhat ÇakmakTevgera Azadiyê ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

14 TEBAX 2026
‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

14 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

12 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne