• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DYA amadehiya mudaxileya Îranê dike

Navenda Nûçeyan /AW

27 ÇILE 2026 - 19:55
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, ROJANE
A A

Li gorî agahiyên tên parvekirin Serokê DYAyê Donald Trump bi şandina keştiyên balafirên şer amadehiya mudaxileya Îranê dike.

 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Serokatiya Donald Trump plansaziyên xwe yên li Rojhilatan Navîn dixwaze bêyî astengî têxe dewrê. Yek ji van plansaziyan yek jî hilweşandina Rejîma îranê ye. DYA div ê çarçoveyê de keştiya balefirên şer a bi Abraham Lincoln û keştiyên şer ên pê re, roja duşemê gihîştin Kendava Basrayê. Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo Axiosê de diyar kir ku DYAyê li peravên Îranê “armadayeke pir mezin” bi cih kiriye û got ku ev hêz ji yê li beravên Venezuelayê jî mezintir e.

Donald Trump di heman daxuyaniya xwe de îdia kir ku Îran dixwaze bi DYAyê re peymanekê çêbike û wiha “Ew peymanekê dixwazin. Ez vê dizanim. Gelek caran geriyan. Dixwazin biaxivin.”

Plansaziyên tên kirin

Li gorî nûçeya Axiosê, di nav plansaziyên rêveberiya DYAyê de li dijî bombekirina hedefên leşkerî û hedefgirtina rayedarên payebilind ên Îranê hene. Li gorî analîstan, armanca van plansaziyan ew e ku Rêberê Olî Ayetullah Elî Xameney yê ku ji sala 1989an ve li ser desthilatê ye û rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya ku ji sala 1979an ve heye qels bikin an jî bi dawî bikin.

Gumanên qelsbûnê yên rejîmê

Li gorî nûçeya New York Timesê, servîsên îstîxbaratê yên DYAyê ji Donald Trump re ragihandine ku rêveberiya niha ya Îranê “qels dibe” û ji dema hilweşandina rejîma Şah a sala 1979an û vir ve, di “serdema xwe ya herî lewaz” de ye. Senatorê Komarparêz Lindsey Graham jî ji rojnameyê re axivî û da zanîn ku di rojên borî de bi Trump re hevdîtin kiriye û wiha got: “Armanc bidawîkirina rejîmê ye.”

Alozî kur dibe

Li aliyê Îranê di rojên dawî de zimanekî baldarî derdikeve pêş. Rêveberiya Tehranê berê ragihandibû ku kanaleke pêwendiyê ya nerasterast bi DYA’yê re vekirî ye. Lê roja sêşemê rageşî dîsa bilind bû. Berdevkê Pasdarên Şoreşê di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Hamşahrî got ku heke keştiya balefiran a DYAyê bikeve nav avên herêmî yên Îranê, dê bibe hedefa wan.

Gefên hevrikan

Rojnameya Javan a muhafezekar jî destnîşan kir ku Îran ji bo “bersiveke mezin” amade ye û dikare Tengava Hurmizê, ku ji bo veguhastina neft û gaza xwezayî ya cîhanê xwedî girîngiyeke jiyanî ye, bixe bin kontrola xwe.

Bi wêneyan helwesta ‘xapandinê’

Hevdemî van daxuyaniyên xwe, li kolanên Tehranê li ser tabelayeke mezin cih kiriye. Di tabeleyan de keştiyeke balefiran a DYAyê wekî hatiye rûxandin tê nîşandan.

Etîket: DYAKeştiya balafirên şerMudaxileRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Radara Amerîkayê ya li Bahreynê bû hedefa Îranê

Radara Amerîkayê ya li Bahreynê bû hedefa Îranê

13 MIJDAR 2026
Li Amerîkayê helîkopterek ket behrê

Li Amerîkayê helîkopterek ket behrê

5 MIJDAR 2026
Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

4 MIJDAR 2026
Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

25 COTMEH 2026
Tom Barrack bi Şara re civiya

Tom Barrack bi Şara re civiya

21 COTMEH 2026
Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne