• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

21 GULAN 2026 - 20:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di danişîna doza Havîn Aşkan a ku bi şêwazekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû de, heyeta dadgehê daxwaza girtinê ya ji bo çawîşê pispor Î.T. yê ku bi Havîn Aşkan re zewîciyî bû red kir. Danişîn ji bo dîrokeke din hat taloqkirin.

Yekemîn danişîna doza Havîn Aşkan a ku li mala xwe ya li navçeya Bornova ya Îzmîrê bi şêwazekî gumanbar mirî hatibû dîtin, li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di dozê de ji bo çawûşê pispor Î.T. bi tometa “bi qestî hevjîna  xwe kuştiye” cezayê muebeta girankirî hat xwestin. Malbata Havîn Aşkan û parêzerên aliyan tevli danişînê bûn, her wiha gumanbar Î.T. yê ku bê girtin tê darizandin, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Platforma Em ê Kuştinan Jinan Rawestînin” (KCDP) jî doz şopand. Piştî danişînê, jinan li pêşiya dadgehê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ewil Î.T. mafê axaftinê girt û îdiaya xwe ya ku digot “Havîn Aşkan xwe kuştiye” dubare kir. Piştre parêzerê Î.T. jî heman îdia anî ziman. Piştî wan, parêzerên malbata Havîn Aşkan mafê axaftinê girtin. Parêzerên malbatê diyar kirin ku bawerî bi gotinên Î.T. nayê û destnîşan kirin ku di daxuyaniyên Î.T. de nakokî hene. Parêzeran anîn ziman ku divê neyê jibîrkirin ku Î.T. personelê leşkerî ye û daxwaza girtina wî kirin.

Li aliyê din, parêzerên malbatê daxwaz kirin ku ji bo lêkolînkirina sê xetên telefonê yên li ser navê Î.T. û Havîn Aşkan, raporeke pisporan bê amadekirin. Her wiha parêzeran daxwaz kir ku cihê bûyerê ji nû ve bê lêkolînkirin. Dozger daxwaz kir ku daxwaza girtina Î.T. piştî hatina rapora tipa edlî bê nirxandin û got ku niha hewce nake ku Î.T. girtî bê darizandin.

Piştre navber da danişînê. Heyeta dadgehê piştî navbereke nêzî saetekê biryara xwe aşkera kir; daxwaza girtina Î.T. red kir û danişîn taloqî 9ê Îlona 2026an kir.

Jinan li ber edliyeyê daxuyanî da

Piştî dadgehê, di daxuyaniya çapemeniyê ya jinan de pankarta “Mirina Havîn Aşkan wê di tariyê de nemîne” hat hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Ne dadgeriya mêr, dadgeriya rast û adil”, “Tê tu carî tenê nemeşî” hatin berzkirin.

‘Bi hinceta xwekuştinê ser komkujiyên jinan tê girtin’

Piştî dirûşmeyan, nûnera KCDPê ya Îzmîrê Tulîn Osmanogûllari peyivî û diyar kir ku parastina bersûc du saet û nîvan domiyaye û got: “Sedema vê yekê ew e ku ji dema dîtina laşê bêcan ê Havîn Aşkan vir ve, gumanbarê sereke dibêje ‘Hevjîna min xwe kuştiye’. Ji wê çaxê ve ev bûyer wekî bûyereke xwekuştinê tê dîtin. Bi tu awayî lêkolîna li cihê bûyerê û lêpirsîneke çalak nehat kirin. Dema ku malbata Havin di meha Sibatê de gihîşt me, me biryara çalakiyê girt. Laşê bêcan ê Havîn Aşkan di 24ê kanûna 2024an de, serê sibehê ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve di heman malê de tê dîtin. Ew jî gava ku zarokê wan ê du sal û nîvî li cem bû. Piştî ku me biryara çalakiyê girt, nû hat bîra wan ku gazî gumanbarê sereke bikin û muayeneya fîzîkî bikin. Heta wê dîrokê her tişt dikaribû bihata dîtin. Me hema niha di dadgehê de dît; me pir baş dît ku li vî welatî kuştina jinan bi hincetên wekî xwekuştin û qezayan çawa serê wê tê girtin. Dema ku laşê bêcan ê jinekê tê dîtin, gava ku tê gotin xwe kuştiye yan jî bi qezayê ketiye, kesê li kêleka wê gumanbarê asta yekemîn e. Divê ew tavilê bihata binçavkirin. Divê dest deynan ser telefona wî. Ji ber ku ew der cihê bûyerê ye, divê tavilê bihata girtin û pisporek bihata şandin.”

‘Tenê gumanbar ji biryara veşartîbûna dosyayê qezenc dikin’

Tulîn Osmanogûllari bi bîr xist ku di doza Havîn Aşkan de zêdetirî salekê biryara veşartîbûnê hebû û destnîşan kir ku dema biryara veşartinê tê, li wir hinek kes tên parastin û got: “Li wir delîl tên tunekirin. Ji dosyayên ku biryara veşartîbûnê li ser heye tenê kujer sûdê jê werdigirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîdozHavîn AşkanJinkuştin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne