• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye 6: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
Halîl Îbrahîm Erkan û hevalên wî hewl didin bi zeviyên dewletê deynê xwe bidin

Navenda Nûçeyan / AW

8 TEBAX 2026 - 08:46
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Rêveberên AKPê yên Şirnexê ji bo deynê xwe bidin hewl didin zevî û erdê Wezareta Parastinê bi pereyek kêm bikirin û piştre bi pereyek milyar TL bifiroşin.

Di dosyayên xwe yên beriya niha de me rastiya fêhlbaziya serok, rêveber û şaredarên AKPê derxist holê û bi vê nûçeyê em ê dosyaya xwe temam bikin. Me di nûçeyên borî de berfirehî qala Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan, Şaredarê Bajaroka Hîlalê Cevher Benek û hevalên wan kiribû. Her wiha me qala lîstokên wan ên xapandina bazirgan û gel jî kiribûn. Ji ber ku hêza serok, rêveber û şaredarên AKPê di nava dewletê de xurt e, derbarê wan de ji ber pêkanînên tu lêpirsîn an jî doz nayê vekirin. Li dewsa lêpirsîn û doz werin vekirin rayedarên AKPê û dewletê hewl didin bi zeviyên dewletê deynê rêveberên xwe bidin. Li gor agahiyên me ji çavkaniyên xwe girtine rayedarên AKPê û rayedarên Wezareta Parastinê ji bo erdên leşkeriyê û zeviyên dikevin ser sînorê Rojava bi pereyek kêm bifiroşin Halîl Îbrahîm Erkan, Cevher Benek û hevalên wan ketine nava liv û tevgerê.

Serokê AKPê yê Şirnexê ji bo zeviyên bi milyonan TL çû Enqereyê

Li gor agahiyên çavkaniyên me piştî ku Halîl Îbrahîm Erkan zêdetirî 750 milyon TL esnafên Şirnex, Cizîr û Silopya xapandin û bû denydarê wan, rêya xwe bi Enqereyê xist û bi hin rayedarên AKPê û Wezareta Parastinê hevdîtin pêk anîn. Her wiha cardin li gor agahiyên hatine ber destê me Şaredarê Hîlalê Cevher Benek jî di heman hevdîtinan de cih girtiye. Di van hevdîtinan de li ser firotina zeviyên li ser sînorê Rojava û erdê 172emîn Fermandariya Zirxî ya navçeya Cizîrê mijar vebûye. Di hevdîtinan de Halîl Îbrahîm Erkan û Cevher Benek ji rayedarên AKPê û Wezareta Parastinê re gotiye ku ger van zevî û erdan bifiroşin wan ew ê bikaribin deynên xwe bidin û pereyek baş bidin rayedarên AKPê û Wezareta Parastinê jî.

Wezareta Parastinê daxwaza ranta rêveberên AKPê erê kir

Piştî hevdîtinan Halîl Îbrahîm Erkan û Cevher Benek bi rayedarên AKPê û Wezareta Parastinê re li ser 180 donim erdê Wezerata Parastinê yê li Mila Mişê ya taxa Çemkûrkê ya navçeya Cizîrê û zeviyên dikevin pêşberî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li hev dikin. Dema ku lihevhatin pêk tê Halîl Îbrahîm Erkan û Cevher Benek berê xwe didin Şirnexê û vê lihevhatinê weke biryar ji Walîtiya Şirnexê re radigihînin. Piştî ragihandina ji bo Walîtiya Şirnexê, biryar ji Qeymeqamtiya Cizîrê jî tê ragihandin û dest bi kar û barên fermî tê kirin.

Ranta erdê leşkeriyê ku dê bifiroşin Halîl Îbrahîm Erkan û hevalên wî bi milyar TL ye

Li gor lêkolînên me ji zanyarên erdfiroş kirine, niha erdê li Mila Mişê donimê wê 9 milyon TL dike û 180 donim erdê ku amadehiya wê dikin bifiroşin serok, rêveber û şaredarên AKPê yên Şirnexê, dike milyarek û 620 milyon TL. Her wiha bi sedan donim erdê li hember Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî buhaya wê bi milyonan TL ye. Li gor agahiyên çavkaniyên me dane, rêveberên AKPê yên Şirnexê dê van zeviyan û erdan bi pereyek kêm ji Wezareta Parastinê bikirin. Her wiha ji bo ku navê wan di kar û barên fermî de derbas nebe dê tapûyan van deveran li ser navê kesê nêzî rêveberên AKPê S.G. çêbikin. Cardin li gor agahiyên çavkaniyên me dane niha li Qeymeqamtiya Cizîrê kar û barên firotika zevî û erdê leşkerî berdewam dikin.

Kesên xapandine dibin ser zeviyên leşkeriyê dibêjin ev der ê me ye

Li gor agagiyên çavkaniyên me dane Halîl Îbrahîm Erkan û Cevher Benek kesên bi milyonan TL xapandine birine ser van zevî û erdan û ji wan re gotine ‘Em ê van erdan ji ber deynê we ve bidin we’ û ji welatiyên bi navê K.K, C.G û R.Î re gotine ‘Hinekî dem bidin me heya me kar û barê fermî yê van deveran xelas dikin.’

Dawî

Etîket: Cevher BenekHalîl Îbrahîm Erkanrêveberên AKPê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dosye 5: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê Serokê AKPê 750 mîlyon lîre perêyê esnafan xwariye

Dosye 5: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
Serokê AKPê 750 mîlyon lîre perêyê esnafan xwariye

7 TEBAX 2026
Dosye 3: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê HESên ewlehiyê firotin serokê AKPê Rahmet Taşar

Dosye 3: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
HESên ewlehiyê firotin serokê AKPê Rahmet Taşar

5 TEBAX 2026
Dosye 1: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Şaredarê AKPî welatî hem xapand hem jî da girtin

Dosye 1: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
Şaredarê AKPî welatî hem xapand hem jî da girtin

3 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne