• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye 1: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
Şaredarê AKPî welatî hem xapand hem jî da girtin

Navenda Nûçeyan / AW

3 TEBAX 2026 - 09:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredarê AKPî Cevher Benek welatiyê bi navê Reşît Gungor hem bi 10 milyon lîre xapand, hem jî dema pereyê xwe xwest da girtin.

Roja ku AKP hatiye desthilatê heya îro her tim polîtîkayeke ku pesnê xwe dide da meşandin. Li bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Şirnexê xizmetên ku AKPê pêk tîne hemû dibin mijarên rantê. Ji ber ku di her îhaleya tê kirin de navê rêveber û endamên AKPê derbas dibin û di nava civakê de ranta ku rêveber û endamên AKPê dixwazin her tim tê axaftin. Ji bilî ranta îhaleyan rêveber û endamên AKPê bi projeyên pereyê dewletê tên çêkirin ve, ji nişka ve dewlemend dibin û pereyê ku bi van projeyên dikeve destê rêveber û endamên AKPê, bi milyaran TL yê gel e. Her wiha kesên nêzî AKPê bi hêza ji rayedarên AKPê digirin serî li rêbazên xapandina gel didin û bi belgeyên sexte pereyek bi sedan mîlyonan bi dest dixin. Di vê dosyaye xwe de em ê fêl û fanên serok, rêveber, namzet û şaredarên AKPê yên Şirnexê raxin li ber çavan.

Di destpêka dosyaya me de Şaredarê bajaroka Hîlalê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê Cevher Benek heye.

Li Şirnexê roj tuneye ku navê endamekî AKPê di nava buyereke rantê, xapandina bazirganiyê an jî buyerên derhiqûqî derbas nebe. Yek ji van endamê AKPê şaredarê bajaroka Hîlalê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê Cevher Benek e. Cevher Benek ji sala 2009an heya niha li bajarokê şaredar e û navê wî di gelek dosyayên dizî û xapandina bazirganiyê de derbas dibe.

3 sal ceza xwar lê ji peywirê nehat dûrxistin

Cevher Benek û şaredarê berê yê Qilebanê Saît Urek ji ber nelirêtî û fesadî xistine nava îhaleyê di sala 2013an hatine darizandin û ji aliyê 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê ve di sala 2022an de 3 sal û mehek û 15 roj ceza li wan hatiye birîn. Ji ber fesadî û diziya kirine ceza li wan hatiye birîn lê belê ev kes ji peywirê nehatin dûrxistin. Piştî ku ceza li Cevher Benek û Saît Urek tê birîn rasterast diçin cem wezirê berê yê AKPê Suleyman Soylû û bi Suleyman Soylû re derdikevin pêşberî qemereyan. Tê gotin ku Cevher Benek ji bo ku bi Suleyman Soylû re wêneyekî bikişîne 2 mîlyon pere daye kesên nêzî Suleyman Soylu û piştî wêne kişandiye. Kişandina vê wêneyê ji bo çavtirsandina kesan bikar aniye.

Bi hêza Soylu dest bi xapandina bazirganan kir 

Cevher Benek ê ku ji doza bêûsiliya îhaleyan ceza lê hatiye birîn piştî ku hêza Suleyman Soylû li pişt xwe dît vê carê li herêmê dest bi xapandina bazirganan kir. Cevher Benek li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîrê û Silopya bi sedan wesayîtên bazirganan kirîn û di bazara kirînê de li şûna pereyan çekên sexte dan bazirganan. Xwediyên wesayît firotine Cevher Benek dema xwestin pereyê xwe werbigirin, dîtin ku Cevher Benek ew xapandine. Li gor lêkolînên me Cevher Benek di sala 2023yan de bi bazirganiya xwe ya bi çekên sexte ve zêdetirî 800 mîlyon TL sextekariyê di sala 2023yan de kir.

‘Erebeya Reşît Gungor tije teqemenî kirin’ 

Cevher Benek piştî ku bi dehan welatî xapandin û pereyên wan nedan wan bi gefan û çavtirsandinê xwest kesên daxwaza pereyê xwe dikin berteraf bike. Yek ji welatiyên ku Cevher Benek ew xapandiye Mele Reşît Gungor e. Mele Reşît Gungor di 16ê Gulana 2026an de bi birayê xwe re ji bo pereyê xwe bistîne ji bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê diçe Hîlalê û bi Cevher Benek re hevdîtinê dike. Piştî hevdîtinê Mele Reşît Gungor, birayê wî, Cevher Benek û birayê Cevher Benek li erebeya Reşît Gungor siwar dibin û ji bo xwarina firavînê diçin gundê Ziravkê. Beriya ku firavînê bixwin, birayê Cevher Benek, ji Reşît Gungor re dibêje, ‘Keça min nexweş e, ka erebeya xwe bide, ez biçim Hîlalê keça xwe bibin nexweşxaneyê’. Li ser vê yekê Reşît Gungor erebeya xwe dide birayê Cevher Benek û piştî demekî birayê Cevher Benek vedigere cem wan.

Dema Reşît Gungor û birayê wî, Cevher Benek û birayê wî xwarina xwe dixwin, Reşît Gungor û birayê xwe cardin ji bo vegerê berê xwe didin Dêrgulê. Di têketina bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê pêşiya wan ji aliyê cendermeyên Qereqola Gundikê Melê ve tê girtin û ji Reşît Gungor re tê gotin: “Derbarê we de giliya kaçaxçitiya sîlehan heye.” Li ser vê yekê di erebeya Reşît Gungor de lêgerîn tê kirin û di erebeyê de 6 heb bombeyên desta, 2 heb teqemeniya amadekirî û 3 heb funyeyên teqemeniyê tê dîtin.

Tevî ku navê Cevher Benek tê dayînjî îfadeya wî nayê girtin

Li ser vê yekê Reşît Gungor û birayê wî tê binçavkirin û piştî darizandinê Reşît Gungor tê girtin û birayê wî bi kontrola edlî tê berdan. Ji 16î Gulanê heya niha Reşît Gungor li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê tê ragirtin. Her çiqas Reşît Gungor di îfadeya xwe ya dozgerî û dadgehê de gotibe dema birayê Cevher Benek erebeyê min biriye ev amûrên teqemenî xistine erebeya min û derbarê wan de bûbe gilîkar jî heya niha derbarê Cevher Benek û birayê wî de tu lêpirsîn nehatiye vekirin û serî li stendine îfadeya wan jî nehatiye dayîn.

‘Dê zeviyên xezîneyê bide denydarên xwe’

Ji bilî Reşît Gungor bi dehan kes hene ku Cevher Benek ew xapandine. Dema ku ev kes pereyê xwe ji Cevher Benek dixwazin, Cehver Benek van kesan dibe ser zeviyên xezîneyê û ji wan re dibêje, ‘van zeviyan ez ê ji ber pereyê we ve bidin we.’ Di dosyayên pêşdetir de li ser zeviyên ku Cevher Benek nîşanî van kesan dide em ê agahiyên berfirehtir bidin.

Sibe: Şaredarê AKPî bi pereyê dewletê otel çêkir û heman otelê bi 95 milyon lîreyan firot dewletê!

Etîket: Cevher Benekdek û dolabfesadiya îhaleyêpereyê gelŞaredarê AKPîSuleyman Soyluxapandin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê îfadeya Suleyman Soylû jî bê girtin

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê îfadeya Suleyman Soylû jî bê girtin

20 NÎSAN 2026
Suzan Îşbîlen: Kiştişê Gulîstan de gişta dewlete est a

Di doza Gulistan Doku de delîl, guman û hêviyên nû

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne