Parêzerê AKPî Omer Yildiz ji şêniyên gundên Cizîrê re tapuyên sixte amade kir û hat zanîn ku ji wan tapuyên sixte mîlyonan pere ji dewletê diziye.
Li şûna partiyek siyasî AKP bûye navenda fêlbazî û xapandinan. Çîroka vê dosyayê namzetê AKPê yê şaredariya Cizîrê Parêzer Omer Yildiz e. Omer Yildiz di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de bû namzetê AKPê yê Şaredariya Cizîrê. Beriya bibe namzet jî di nava xebatên AKPê de cih girt û niha jî endamê AKPê ye. Omer Yildiz ê ku ji sala 2009an pê de dest bi parêzeriyê kiriye, di piraniya karê xwe de li ser dosyayên gundên hatine valakirin û şewitandin radiweste. Şêniyên gundên hatine valakirin û şewitandin Omer Yildiz nas dikin û dizanin destê wî di nava saziyên dewletê de dirêj e. Ji ber vê yekê wekaletên xwe yên zerara gundan dan Omer Yildiz. Bi demê re Omer Yildiz hemû fêhlbaziyên xwe ve vî karî dizane û ji her astê rayedarên berpirs ên vê mijarê nas dike. Dema sal dibe 2020 Omer Yildiz dest bi çêkirina tapûyên sixte dike û bi mîlyonan pere zerarê dide dide gundiyên cih û warê wan hatine valakirin. Belgeyên me bi dest xistine diyar dikin ku Omer Yildiz bi sedan donim erd, bi tapûyên sexte çêkirine û li ser van tapûyan ji şêniyên gundên Cizîrê pere stendine.

Ji kesên ne ji Behmorê ne re dosyeya zirarê çêkir
Omer Yildiz destpêkê li gundê Behmor ê navçeya Cizîrê ya Şirnexê têkilî bi keyayê gund re danî ku dema tapûyên sixte çêbike ew jî piştgiriyê bide û jêre îmzeyên hewce dike biavêje. Piştre Omer Yildiz bi welatiyên ku wekaleta ji bo zerar û ziyanê dane wî re diaxive û dibêje wan, ‘Ez ê li ser navê we li gundê Behmorê tapûyan çêbikim û serlêdana bidestxistina zerarê bikim.’ Kesên ku di belgeyan de jî navê wan hene û qet li gundê Behmor jiyan nekirine vê yekê qebûl dikin. Li ser van kesan şeniyên gundê Behmorê jî ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku tu eleqeya kesên navê wan di belgeyan de derbas dibin bi gundê Behmor re tuneye. Omer Yildiz piştî têkiliyên xwe bi keya danî dest bi çêkirina tapûyên sixte dike. Di belgeyên ketine destê me de Omer Yildiz tenê ser navê 6 kesan 642 donum baxçe nîşan da û li ser van bexçeyan bi mîlyonan pere stendiye.
Ji bo pereyan çolterên Behmorê baxçe nîşan da
Omer Yildiz piraniya van tapûyan li ser navê şêniyên gundên dikevin Herêma Çiyayê Gabarê çêdike û piştî tapûyên sixte amade dike, serî li Komîsyona Diyarkirina Zerarê ya Walîtiya Şirnexê dide. Bi demê re ev komîsyon derbarê serlêdana Omer Yildiz de lêkolînê dike û herî dawî ji bo tespîtkirina van zeviyan rayedaran dişîne gundê Behmorê. Omer Yildiz têkiliyek xurt bi van kesên ji bo tespîtkirina zirarê diçin gundê Behmor re jî datîne. Di eslê xwe de li gundê Behmor ji bilî çend donum erdê gundiyan baxçe tuneye lê dema AKPî bixwazin çolistanên ziwa dibin baxçe û daristan.

Ji bilî baroyê hemû endamên komîsyonê serlêdana sixte erê dikin
Dema komîsyon derbarê zirarê de lêkolîna xwe dike û raporê amade dike, bi hezaran donim erdê bi tapûyên sixte ve wek bahçe û daristan nîşan dide îmze dike û ji bo erêkirinê radestî heyeta li navenda Şirnexê dike. Ji bilî parêzerê ji aliyê Baroya Şirnexê ve hatiye peywirdarkirin, her endameke heyeta navendî rapora li ser tapuyên sixte hatiye amadekirin îmze dike. Tenê parêzerê Baroya Şirnexê vê yekê ji ber kareke derhiqûqî ye qebûl nake.
Zêdetirî 200 mîlyon TL pereyê 2020an bi belgeyên sexte stendine
Li gor agahiyên me bidestxistine Omer Yildiz û hevkarên wî yên bi belgeyên sixte dosyayên zerar û ziyanê amade kirin û ji wan dosyeyan zêdetirî 200 mîlyon lîre pere di sala 2020an de stendine. Her çiqas derbarê van dosyeyên sixte de lêpirsînek fermî hatibe destpêkirin jî heya niha ji wê lêpirsînê tu encam derneketine. Dîsa li gor agahiyên gehiştine li ber destê me, rayedarên dewletê û rayedarên AKPê dosyayên zerar û ziyanê yên bi sedan gundên salên 1990î hatine şewitandin û valakirin, ji ber van kirinan dan rawestandin.
Baxçeyên Omer Yildiz ên sixte bûne çolistan
Bi derketina holê ya van rastiyan me xwest em xwe bigihînin baxçeyên Omer Yildiz ê bi tapuyên sixte amade kiriye lê tevahiya derdora gundê Behmorê ji bilî çolistaneke mezin tiştek tune ye. Ger ji sala 2020an heya niha bi hezaran donum baxçeyên Omer Yildiz bi sêhrê winda nebûbûn, ne pêkan e ku rayedarên çûne herêmê, di keşfê de çolistana gundê Behmorê nebînin. Lê dema rayedarên dewletê çavên xwe bigirin, di xeyalên xwe de dikarin hezaran donum baxçeyên şîn çêbikin û tapû bikin.
Sibe: Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan 750 mîlyon lîre perêyê esnafan xwariye












