• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

Mêrdîn / AW

9 HEZÎRAN 2026 - 13:54
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Diyar Koç ku di çalakiyên ji bo Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û bi hedef nîşandanê hatibû girtin di danişîna doza xwe ya ewil de hate berdan.

Derbarê Diyar Koç ku di 20ê Çileyê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve bi hovîtî îşkence lê hatibû kirin û bi hedefnîşandanê hatibû girtin biryara berdanê hate dayîn. Danişîna ewil a doza derbarê Diyar Koç de bi bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘ketina qada leşkerî ya qedexe’ hatibû vekirin, li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Diyar Koç, ji Girtîgeha Sîncanê ya ku lê dihat girtin bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerê wî Rîdvan Kurt jî di eywanê de amade bû.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Diyar Koç di parastina xwe de sûcdarî red kir û îşkenceyên ku lê hatine kirin vegot. Diyar Koç anî ziman ku ew ji kesên îşkence lê kirine gilîdar e û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerê Diyar Koç, Ridvan Kurt jî anî ziman ku hêmanên qanûnî yên sûc pêknehatine û daxwaza berdana muwekîlê xwe kir.

Dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir û bi şertê kontrola edlî derbarê Diyar Koç de biryara berdanê da. Danişîneke din dê di 29ê Îlonê de bê lidarxistin. Hate diyarkirin ku piştî Diyar Koç ji girtîgehê hate berdan dê biçe mala xwe ya li Colemêrgê.

Çi qewimî bû?

Diyar Koç, di 20ê Çileyê de di çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû binçavkirin. Diyar Koç ê ku li ser sînorê Qamişloyê li kêleka bajêr hatibû binçavkirin, bi hovîtî hatibû îşkencekirin. Dîmenên îşkenceyê û heqaretên li dijî Diyar Koç di dîmenan de jî cih girtibûn. Ji ber îşkenceyê xwîn çûbû ser mejiyê Diyar Koç û gelek hestiyên wî şikestibûn.

Diyar Koç di dema binçavkirinê de wekî ‘kesê ku al aniye xwarê’ hedef hatibû nîşandan. Lê belê vê îdîayê di nav hincetên girtinê yên dadgehê de cih negirt. Diyar Koç di 23yê Çileyê de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘binpêkirina ewlehiya sînor’ hatibû girtin.

Diyar Koç piştî biryara girtinê şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û paşê jî sewqî Girtîgeha Amedê hatibû kirin. Rêveberiya Girtîgehê, Diyar Koç ê ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, ji bo dermankirinê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê kiribû. Paşê Diyar Koç ji bo ku ji serê xwe emeliyat bibe di 27ê Çileyê de sewqî Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê ya Enqereyê hate kirin. Diyar Koç di 29ê Çileyê de jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1an a Sîncanê hatibû kirin.

Etîket: Diyar KoçMerdinNisêbîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

31 TEBAX 2026
Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne