• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

Navenda Nûçeyan / AW

18 TEBAX 2025 - 11:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Dîwarê di navbera sînora Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Elbaka Wanê de tê avakirin dibe sedemên pirsgirêkên aborî, ekolojîk û valakirina gundan.  

Tirkiyeyê di sala 2021an de li navçeya Bazîda Agiriyê û navbera Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta kontrolkirina çûn û hatinan dest pê kir. Çêkirina dîwar dê ber bi navçeya Bazîda Agiriyê û Colemêrgê ve bidome. Tevî gelek saziyên sivîl û gundî bertek nîşanî avakirina dîwar dan lê belê çêkirina dîwaran li gel van geşedanan nesekinî. Ji sala 2021an heya niha 182 km dîwarê beton ku nêzî 4 metre bilind e û li pêşiya dîwar jî xendekeke ku 4 metre fireh û 4 metre jî kûr e, pêk tê.

Dîwar li şantiyeya kana kevir a Olmez İnşaat ku tê gotin ya Îsmet Olmez e, li gundê Boşanê ya Navçeya Elbakê dest pê kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îhaleya 40 km hatiye çêkirin û piştre jî dê îhaleya 80 km yan were çêkirin. Bi giştî dirêjiya dîwar wê derkeve 302 km yan. Dîwarê 182 km hatiye çêkirin, gihiştibû gundê Boşana Elbakê. Çêkirina dîwarê sînor careke din dest pê kir û ber bi Colemêrgê ve berdewam bike.

Polîtîkayên xizankirin û valakirinê

Çêkirina dîwar ji destpêkê heya niha bûye sedema gelek astengiyan. Welatî ji ber dîwarê hatiye çêkirin, nikarin sewalên xwe bibin zozanan û biçerînin. Ev yek di aliyê aborî de dibe sedema astengiyên aborî û ji ber vê yekê jî gundî neçarî koçberiyê tên kirin.  Ji destpêkirina dîwar heya niha welatî nikarin sewalên xwe 2 km nêzî dîwar biçerînin.  Herwiha cendirme jî gelek caran li ser gundiyan zextê dikin ku gundî bibin cerdevan an jî gund derkevin. Li aliyê din sînor ji bo gelek kolberan jî çavkaniya debarê ye. Bi çêkirina dîwar dê gelek kolber jî nikaribin debara xwe bikin.

‘Dîwar mirov û xwezayê ji hev vediqetîne’

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Mehmet Salîh Coşkun anî ziman ku ew ji destpêkê heya niha çêkirina dîwar dişopînin. Salîh Coşkun bi bîr xist ku dîwar beriya 4 salan  dest pê kiriye û ev tişt gotin: mijarê de axivî: “Niha jî li ser sînora Elbakê dîwar tê avakirin. Ev dîwar ji bo mirovahiyê pirsgrêkeke mezin e. Ji ber dîwar di navbera mirov û xwezayê de ye û çûyîn-hatina gel tê astengkirin. Em hertim bang li van şîrketên ku wan dîwaran çêdikin dikin ku dest ji çêkirina dîwaran berdin.”

‘Dîwar dibe sedema mirinan’

Mehmet Salih Coşkun di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser encamên çêkirina dîwaran û wiha got: “Ji sazîya me re heya niha tu serlêdan nehatine kirin. Lê belê salek beriya niha, li ser sînorê navçeya Serayê avakirina dîwar berdewam dikir. Em wek sazî çûn û me çavdêrî kir. Têkildarî mijarê me raporek amade kir. Ev dîwar, min di destpêkê de jî anî ziman, ji bo jiyana xwezayî jî ji bo çûn û hatina gel jî pirsgirêk e. Ji bo çûyîn hatina penabera jî pirsgirêk e. Taybetî jî zivistanê ev dîwar ji ber sermayê dibe sedema mirinan.”

 

Etîket: Dîwarê SînorElbakÎHDMehmet Salîh CoşkûnXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne