• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê Wezîrê Perwerdeyê îstifaya xwe bide’

Îzmîr / AW

20 NÎSAN 2026 - 20:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser dibistanan, li Karşiyakayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tevî ewqas xwîn hat rijandin jî wezîrê perwerdeyê hîn li cihê xwe ye, divê rojek berî rojekê îstifa bike.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê, ji bo êrîşên li ser dibistanên Riha û Mereşê şermezar bike, ji ber ÎZBANa Karşiyakayê heta ber dergehê çarşiyê meşiya. Di meşê de pankarta “Di perwerdehiyê de ji şîdetê re na! Dibistana bêşîdet, civaka bi rûmet” hat hildan û dirûşmên “Yûsûf Tekîn ê wezîrê terîqetan îstifa”, “Dibistana ewle, pêşeroja ewle” û “Em teslîmî tarîtiyê nabin” hatin berzkirin.

‘Canê her kesî di xetereyê de ye’

Metna daxuyaniyê li ser navê platformê ji aliyê Zeliha Danyelî ve hat xwendin. Zelîha Danyelî bal kişand ser êrîşên li Riha, Mereş û Zanîngeha Egeyê û pirsî: “Gelo ciwanên me çawa ketin vê rewşê?” Zelîha Danyelî destnîşan kir ku berpirsê sereke desthilatdar e û got: “Li vî welatî îro canê jinan, zarokan, mamosteyan û kedkaran di xetereyeke mezin de ye. Lê bela herî mezin ev pergal bi xwe ye; pergala ku şîdetê wek nan û avê asayî dike, rê li ber sûcan vedike û ciwanan bê hêvî dihêle. Zarokên ku îro dikevin nava sûcan, ne bi tesadufî lê bi zanebûn di nava vê heriyê de tên hiştin. Gava krîza aborî kûr dibe, birçîbûn û xizanî serî hildide, cihê dewletê mafya û çete digirin. Dewleta ku hemû hêza xwe daye ser serkutkirina muxalefetê, di warê perwerdehiyê de jî civak riziyandiye.”

‘Divê wezîr demildest dest ji kar berde’

Zelîha Danyelî diyar kir ku desthilatdar li şûna zarokan, wezîrê xwe diparêze, wezîrê ku ji roja destpêkê ve pişta xwe daye derdên gel û perwerde kirye firoşgeha terîqetan, bi projeyên mîna ÇEDES û MESEMê re karesatan diafirînîne û got: “Tevî ku evqas xwîn hatiye rijandin, rûniştina wî ya li ser wê kursiyê şerm e; divê tavilê îstifa bike. Jiyana zarok û mamosteyên me ne ewqas erzan e! Pêwîst e dibistan ne cihê xwînê, bibe cihê jiyan û hêviyê. Êdî kêr gihîştiye hestî. Ji bo ku ev êşên li Sêwreg, Mereş û her derê welat careke din neqewimin, em ê wek Platforma Karşiyakayê heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin.”

Etîket: daxuyanîîstîfaİzmirYûsûf Tekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne