• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

Êlih /AW

12 TEBAX 2026 - 11:27
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
ARŞÎV

ARŞÎV

Li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aborî bêhtir xera dibe. Esnafên ku li sûka Êlihê anîn ziman ku bihabûna tiştan û rewşa aboriyê ya nebaş bandoreke xerab li ser karê wan dike.

Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roja ku diçe rewşa aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe. Ji ber ku aborî ew qas xerabûye, dikandar ji vê rewşê gelek bi gazinc in. Bihayên xwarin û vexwarinê ew qas zêde bûne ku êdî ne dikandar û ne jî kesên ku tên li wir danûstendinê dikin nikarin tiştan bi dilê xwe bistînin. Êdî welatî weke salên berê bi hêsanî danûstendinê nakin. Rewşa aboriyê ew qas xerabûyê ne welatî û ne jî dikandarên ku li wê sûkê kar dikin, nikarin debara xwe ya malê bikin.

Dikandarên ku li sûka Êlihê bi karê danûstendinê ve mijûl in gazincên xwe yên derbarê rewşa aboriyê de ji ajansa me re axivîn.

Fahrettîn Şenses anî ziman ku êdî ne dikandar û ne jî bikirên ku danûstendinê dikin, weke berê nikarin ji mala xwe re xurekan bistînin û wiha got: “Rewşa aboriyê gelek zehmet e, bihayê penêr zêde bûye. Kîloya penêrê baş jî ji 500-600 lîreyî derbas dibe. Êdî herkes weke berê nikare tiştan bistîne. Berê kesên ku dihatin penêr bi 20-30 kîloyan distendin, niha jî dema ku tên distînin, tenê kîloyek an du kîlo distînin. Kîloya zeytûnan jî bûye 500 lîre êdî milet weke berê nikare wê jî bistîne. Êdî kirîna xwarin û vexwarinê gelek zehmet bûye. Aborî gelek xera bûye. Karkerên ku tên li vir dixebitin jî ji sibehê heta êvarê bi hezar lîreyî dixebitin. Ew jî kîloyek penêr û zeytûn pê nayê kirîn. Ne bi tenê penêr û zeytûn, xwarinên dinê yên weke goşt û hwd. gelek zêde ne. Hejîr hê duh derketiye îro kîloya wan 350 lîre yî tê firotin.”

‘Êdî milet weke berê nikare danûstendinê bikin’

Naîf Ay diyar kir ku her roja diçe buhayê xwarin û vexwarinê zêde dibe. Naîf Ay anî ziman ku em weke berê nikarin danûstendinê bikin û ev tişt got: “Lê em dikarin bêjin ji xeynî dewletê firoşkar jî bihayê tiştan zêde dikin. Dema ku tişt biha dibin, êdî milet weke berê nikarin danûstendinê bikin. Dema ku hin tişt di destê me de be, em ê jî erzan bikin. Hin tişt hene ji me re dibêjin; çima hûn tiştan biha dikin? Lê hin tişt hene ne di destê me de ye. Dema ku esnaf tiştên saxlem bînin vir kara wan jî dê hindik be. Gelek esnaf hene hin tiştên ku kêmî yên marketên mezin in tînin, ji ber ku herkes li gor budçeya xwe tevdigere.”

‘Em yewmiya xwe dernaxin’

Mubarek Bûdak jî bi lêv kir ku tişta ku wan par distend ew îsal nikarin bistînin û wiha qala xerabûna aboriyê kir: “Kesên ku rewşa wan a aboriyê xerab be nikarin tişta duh stendibin îro bistînin. Ez niha li gund karê cotkariyê dikim û em li gund garis diavêjin û av didin. Sala çûyî me bi tonan garis dabû 12 hezarî dida, em îsal jî bi hema rayîşê difiroşin. Gubre sala çûyî bi 14-15 hezarî bû, îsal jî bi 35 hezarî ye. Me sala çûyî donima erd bi 5 hezar lîre yî îcare dikir, em îsal bi 10 hezarî îcare dikin. Me ji kartol û firingiyan zirar kir. Firingiyên ku em tînin li Êlihê difiroşin, kirina me ya li ser erd û yewmiya me hevûdin dernaxin. Ev saleke em pê re mijûl in her roja ku em dixebitin, em yewmiya xwe dernaxin.”

‘Dema ku alîkarî tune be kar jî tune ye’

Abdûlazîz Îlîk jî derbarê rewşa aboriyê de ev tişt anî ziman: “Vê desthilatê her tişt xerakiriye û jixwe her tişt di destê wan de ye. Tu tiştek di destê gel de nehiştine. Edî rewşa aboriyê anîne wê astê ku gelek caran gel birçî dimîne. Dema ku em ji bo kar diçin li cihan dipirsin, weke berê em kar jî nabînin. Her ku diçe rewş zehmettir dibe. Divê esnaf û gel ji hev re bibin alîkar. Dema ku alîkarî tune be kar jî tune ye.”

‘Divê civak bertek nîşan bide’

Dûre Hasan Şîmşek ê ku li gund bi karê cotkariyê re mijûl e, bal kişand ser bihabûna mazotê û diyar kir ku bi piranî bihabûna mazotê bandorê li ser esnafan dike û wiha qal kir: “Buhabûna mazotê xesareke gelek mezin li ser gundiyan dike. Êdî gundî weke berê nikarin, malên xwe bînin bajêr, bi tenê li ser rê 2000 lîreyê wan diçe. Êdî esnaf kar nabînin, her tim di zirarê de ne. Cotkarên ku petêxan ji gundan tînin heqê sefera xwe dernaxin. Em dikarin bêjin ku esnaf û cotkar hemû jî di zirarê de ne. Ev pergal bi jiyana me dilîze. Ew ê hem mûçeyan zêde bikin û hem jî buhayê eşya zêde dikin. Divê civak bertek nîşan bide û bêje; çima hûn bi jiyana me dilîzin? Ew ê zêr biha bikin, bixînin dolar biha bikin û çi dibe bi kesên xizan dibe. Êdî kîloya fêkiyên herî erzan jî dibin 100 lîre yî re nîne, kirîna wan ji herkesî nayê. Em berê bi hezar lîre yî diçûn erebeya xwe ji halê tijî dikir û dianî, lê niha jî em bi 30 hezarî bizorê mal bar dikin û tînin. Êdî hatiye wê astê gel nikare ji lêçûnan xwe bilebitîne.”

‘Berîk tên valakirin û berîka xwe tijî dikin’

Abdûrrahman Çetîn jî da zanîn ku ew qas bihayê tiştan hatiye zêdekirin ku mirov nikare ji wê rewşa xirab a aboriyê derbikeve û ev yek got: “Tişta ku didin civakê dîsa berîk tên valakirin û berîka xwe tijî dikin. Ev tişt dewlet bi xwe wisa dike. Edî bûye ku mirov nikarin dê çawa debara xwe bikin. Qezenca ku ji mirovan re tê her diçe qîmeta xwe winda dike. Lêçûna ku diçe jî ew qas bilind dibe. Mirov çiqas bertek nîşan bide, ew bertek vala dertê. Yên ku li ser aboriyê disekine jî yek mirov e. Dema ku ew çi bêje bi temamî her tişt bi gotina wî tê kirin. Di meclisê de nêzîkî 600 parlamenter hene, kesên ku li dijî wan rabe û bêje; milet xizane, debara wan nabe û gel şerpeze dibin tune ye. Îcraet hewce ye. Li cihê ku lê edalet tune be, heqaret li ser wê civakê didome. Dema ku yekîtiya civakê tune be, dê ev zilm berdewam bike.”

Etîket: Abdûlazîz ÎlîkAbdûrrahman ÇetînFahrettîn ŞensesHasan Şîmşekkrîza aborîLi Êlihê krîza aborîMubarek BûdakNaîf Ay
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

7 TÎRMEH 2026
‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

3 TÎRMEH 2026
Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

25 HEZÎRAN 2026
Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

24 HEZÎRAN 2026
Bandora şer û krîza aborî: Koçberî û 1,38 milyar dolar!

Bandora şer û krîza aborî: Koçberî û 1,38 milyar dolar!

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne