• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dikana Hecî Ûsiv wek cihê Hekîm Luqman e

Mahmût Altintaş / AW

7 SIBAT 2025 - 09:35
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şirnex – Hecî Ûsiv Gok 20 sal in li Sûka Tarî ya navçeya Cizîrê dikandariyê dike û berhemên xwezayî ku ji gundan berhev dike jê sabûn û nêrebendê çêdike. Hecî Ûsiv Gok debara mala xwe bi van berheman dike.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê yek ji cihê dîrokî Sûka Tarî yê. Li Sûka Tarî gelek dikan hene û welatiyên Cizîrê jî debara xwe bi van dikanan dikin. Ji cil û bergan bigire heta pêdiviyên xwarinê li Sûka Tarî peyda dibin. Berhemên xwezayî yên li gundan jî li vê Sûkê tên firotin. Yek ji dikandarên sûkê Hecî Ûsiv Gok e. Hecî Ûsiv Gok li gel temenê xwe yê 65 salî jî 20 sal in li sûkê dikandariyê dike. Dikana wî biçûk e û di dikana wî de berhemên xwezayî yên li gundan hatine berhevkirin hene. Hecî Ûsiv Gok bi giyayê kerengan ku ji navçeya Elkê berhev dike, nêrebendê çêdike û ji kezwanan jî sabûna xwezayî çêdike.

Dikana Hecî Ûsiv Gok ji dûr ve jî bala mirovan dikişîne ser xwe. Berhemên li dikana wî tên firotin piranî ji giya û berhemên gundan pêk tên. Hecî Ûsiv Gok qala çêkirina sabûnê û nêrebendê kir.

Dermanê hestiyan: Nêrebend

Nêrebend ji giyayê kerengê tê çêkirin û yek jî taybetmendiya herêma Botanê ye. Li Botanê nêrebend bi nav û deng e û ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Nêrebend weke dermanê hestiyan jî tê zanîn.

Hecî Ûsiv Gok diyar kir ku nêrebend bi giyayê kerengan tê çêkirin û li Şirnexê tenê li navçeya Elkê ew giya peyda dibe. Hecî Ûsiv Gok da zanîn ku ew vî giyayî ji xelkê gundên Elkê distîne û li dikana xwe ji vî giyayî nêrbendê çêdike. Hecî Ûsiv Gok wiha qala çêkirina nêrebendê kir: “Em giyayê kerengan dihêrin û piştre jî dikelînin. Piştî kelandinê ew dibe wek benîşt û em li paçan dipêçin û difiroşin. Hê jî gelek kes tên li vir nêrebendê dikirin. Ji bilî Cizîrê jî heta derveyî bajêr em difiroşin. Milet hê jî tên li vir dikirin. Feydaya wê pirr e. Nêrebend dermanê nexweşiyên weke osteoartrit (kireçleme), fitiq û hestiyan e û ji ber wê jî milet tê dikire.”

Ji kezwanan sabûnê çêdike

Hecî Ûsiv Gok ji bilî nêrebendê jî ji kezwanan sabûna serşûştinê çêdike. Hecî Ûsiv Gok bi lêv kir ku wan berê jî li gundê xwe ji kezwanan sabûn çêkirin e û û niha jî ji bo firotinê ew vî karî dike. Hecî Ûsiv Gok anî ziman ku li gorî sabûnên ji fabrîqayan tên çêkirin ji bo tenduristiya mirovan sabûna ji kezwanan tê çêkirin hê baştir e û wiha qala çêkirina wê kir: “Em li gundan kezwanan kom dikin. Piştre jî bi makîneyê wan dihêrinin û piştre dermanê wan derdixînin û dikin sabûn. Ev bi temamî xwezayî ye. Ji bo tenduristiya mirovan jî weke derman e.”

Pitik bi axa zer tên şûştin

Li dikana Hecî Ûsiv Gok tiştek din ku bala mirovan dikişîne jî axa zer ku di nava kîsekî de bû. Hecî Ûsiv Gok diyar kir ku ew vê axê ji gundê xwe kom dike û ji bo pitikên ji nû dayik dibin weke derman e. Hecî Ûsiv Gok qala vê axê jî kir û got ku ji bo laşê pitikên nû ji dayik dibin neşewetin, li cihekî germ laşên pitikan bi vê axê tê şûştin. Hecî Ûsiv Gok li dikana xwe berhemên xwezayî yên weke dims û simaqê jî difiroşe û dikana wî ji aliyê berhemên xwezayî ve gelekî dewlemend e û mîna dikana Hekîm Luqman e. Hecî Ûsiv Gok destnîşan kir ku tevî temenê xwe yê mezin jî ew ji bo debara malbata xwe neçar e bixebite û ew îdareya xwe bi vê dikanê dike.

Etîket: CizîrdikanHecî Ûsiv Gok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026
Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026
ÎHDê li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir

ÎHDê li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne