• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Di pêvajoyê de berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê hunermendan’

Wan / AW

5 ÇILE 2026 - 10:07
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Endama Akademiya Aryenê Zozan Borê derbarê rola çand û hunera Kurdî ya di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de wiha got: “Ji bo ku ev pêvajo bigihije armanca xwe û mayînde bibe berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê hunermendan.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyê dest pê kir. Tevî pevajo didome jî dewletê politîkayên xwe yên bişaftinê yên li ser çand û hunera Kurdî ne guhertine. Her wiha zextên li ser ziman, çand û hunera Kurdî hê jî berdewam dikin û li Stenbolê konsera Koma Amed hat qedexekirin. Endama Akademiya Aryenê Zozan Bor derbarê poltîkayên bişaftinê yên dewletê de ji ajansa me re axivî.

‘Divê hunermend di hişmendiya civakê de demokrasiyê ava bike’

Zozan Bor anî ziman ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk’ bangek pir bi qîmet e û diyar kir ku hewce ye hemû aktorên siyasî û civakî erka xwe ya di pevajoyê de pêk bînin. Zozan Bor destnîşan kir ku di van pêvajoyan de siyasetmedar stratejiyan diyar dikin, rebazan didin peşiya civakê û got: “Lê yên ku van stratejî û rêbazan pêk tînin qadên civakî ne. Ji bo ev pêvajo bigihije armanca xwe û mayînde bibe berpirsiyariya herî girîng dikeve ser milê hunermendan. Hunermendan ew hêz heye ku tekiliyên civakê, bîra civakê, hestên civakê ji nû ve bihûne, nîqaşên heyî bi hunera xwe zelal bike. Hunermend weke exlaqî û polîtîk nikare bêalî bimîne, hewce ye ji ber bandora xwe ya giştî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Şer, sansur û bêewlehiyê huner teng kiriye. Hilberînên derdikevin holê bi zimanekî nerasterast, girtî û parastî sînordar in. Divê hunermend bi hunera xwe di civakê de nîqaşan bide kirin û hişmendiya demokrasiyê ava bike.”

‘Heta niha hunera Kurdî di nav têkoşîna xwebûn û hebûnê de bû’

Zozan Borê bi lêv kir ku bidestxistina statuya fermî ya ji bo zimanê Kurdî dê di qada hilberîna hunerî de veguherînek bingehîn pêk bîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Heta niha hunera bi zimanê Kurdî di nav têkoşîna xwebûn û hebûnê de bû. Statûya fermî dê vê têkoşîna xweparastinê ji holê rake. Dema xweparastina hebûnê ji holê radibe dê huner naverok, form û qadên ku xwe digihînê, berfirehtir bike. Ev rewş dê tekilîya hunerê ya bi civakê re jî vegûherîne. Dema di qadên giştî de hunera Kurdî cihê xwe girt û jê re astengî neyên derxistin, ew ê rasterast xwe bigihîne civakê, dê berdewamiya wê hebe, wê kêrhatîtir be. Dema ku êrişên li ser zimanê Kurdî rabûn bi taybetî tiştên heya niha nehatine dîtin, nehatine parvekirin ew ê bi rêya hunerê aşkere bên ser ziman. Hunera Kurdî, dê ji aliyê xwe yê hunera hemdem ve bikaribe nîşan bide.”

‘Pêvajo wê çand û hunera Kurdî pêş bixe û belav bike’

Bi domdarî Zozan Borê destnîşan kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” wê rê li ber huner û çanda Kurdî vebike. Zozan Borê da zanîn ku wê hunermend di warên ziman, nasname û çandê de bi awayekî azadtir berheman çêbikin û wiha berdewam kir: “Bikaranîna Kurdî di warên giştî û hunerî de xurt dibe û hilberîna çandî xûyabûn û meşrûbûnê bi dest dixe. Ev jîngeh rê dide sazûmankirina hunera Kurdî. Rê li ber tekiliyên çandên cuda wê vebin, ev wê çand û hunera Kurdî pêş bixe û belav bike.”

‘Nezîkatî ne li gorî pêvajoyê ye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Zozan Borê bal kişand ser nezîkatiya dewletê ya di vê pêvajoyê de li hemberî çand, huner û zimanê Kurdî û diyar kir ku mixabin ev nêzîkatî ne li gorî pevajoyê ye. Zozan Borê bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di demekê nêz de me dît ku bi hincetên pir sivik û vala pêşiya konserên Kurdî, çanda Kurdî tê girtin, astengî jê re tê derxistin. Astengiyê derdixin ku huner û hunermend xwe ne gihîne civakê. Wê bi vê yekê pêvajoyê giran bidin meşandin û dereng bixin. Hewce ye di pêvajoyên wisa de peşiya huner û hunermendan bê vekirin, hewce ye dewlet ji bo van zemînan ava bike ku hunera Kurdî xwe bigihîne gel û bi gel re têkiliyê deyne.”

‘Divê hunermend ji pêvajoyê dûr nebin’

Zozan Borê axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ne pêvajoyeke wisa ye ku hunermend ji dûr ve lêbinêrin. Bêdengî nebêalîbûne. Dibe ku bêdengkirin bibe sedem ku careke din em nekarin biaxivin. Hewceye hunermend bi hunera xwe, bi zimanê xwe mafê axaftinê bigirin û aştiyê di nava civakê de bi rêya herî xweşik bihûnin.”

Etîket: Akademiya AryenêHunermend Zozan BorPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne