• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di nav CHPê qeyrana mûhalefetê: Ozel bersiv da Kiliçdaroglu

Enqere/ Aw

21 GULAN 2026 - 09:46
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Daxuyaniyên Serokê Giştî yê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû dabûn rêveberiya partiya xwe, nîqaş û rageşiya hundirê partiyê derxist lûtkeyê. Daxuyaniyên Kiliçdaroglû wekî destpêkirina muxalefeta navxweyî hate nirxandin. Li aliyê din Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî derbarê daxuyaniyên Kiliçdaroglu de peyamên tund dan û parlementerên alîgirên Kiliçdaroglu ne hedef girtin.

Serokê Giştî yê berê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, duh vîdeoyek weşand û tê de bang li rêveberiya niha ya CHPê kir. Kiliçdaroglû di vîdeoya li ser hesabê xwe yê Xê weşand de ev peyam dan: “Partiya Gel a Komarî ji bo me ne mîrasek e. Partiya me ji bo me emanetekî pîroz e. Nabe ku emanet bê qirêjkirin. Xwişk û birayên min, nemaze siya vê çinara mezin, bi tu awayî nabe stargeha heram û qirêjiyê. Dema pêwîst bike dizane xwe paqij bike û muhasebeya xwe ya navxweyî jî bike. Lê belê qet ji riya xwe venagere. Yên ku li bendê ne ez bêdeng bimînim an jî tiştên din bibêjim hene. Ev meş, meşa îktîdarê ye. Ev meş, meşa jinûve rakirina ser piyan a hêviya gel e.” Bi vê peyamê Kiliçdaroglu ala mûhalefeta navxweyî rakir.

Ji Başarir mînaka Înonû û Ecevît

Roja Çarşemê di civîna çapemeniyê ya li Meclisê de, pirsên der barê Kiliçdaroglû de ji Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir hatin pirsîn. Başarir ji bo pirsa yekem got, “Beriya niha wî serokatiya me ya giştî kiriye. Raya giştî û hûn vê yekê dinirxînin. Ne rast e ku ez li vir têkevim nava nîqaşeke wiha.” Li ser israra rojnamegerekî, Başarir got ku CHP partiyeke paqij e û wiha got: “Hemû serokên me yên giştî û hemû kadroyên me mirovên paqij in.” Başarir mînaka Bulent Ecevît û Îsmet Înonû da û wiha axivî: “Di salên 70yî de dema Îsmet Paşa hilbijartin winda kir, şewqeyê xwe hilda, derbasî aliyekî bû û destê xwe rakir. Birêz Ozgur Ozel jî hilbijartin qezenc kiriye û wekî şîrê dêya wî lê helal e.”

Şîroveyên ‘Dest bi muxalefeta navxweyî kir’

Peyamên Kiliçdaroglû, bûn sedema şîroveyên ku wê tevgera muxalefetê ya di nava partiyê de zêdetir derkeve pêş. Çapemeniya nêzîk CHPê û gelek siyasetmedarên ji vê kevneşopiyê daxuyaniya Kiliçdaroglu wekî, “destpêkirina muxalefeta navxweyî” nirxandin. Çapemeniya nêzîk CHPê bi bîr xist ku peyama Kiliçdaroglû di kêliya destpêkê de ji aliyê 15 parlamenterên CHP’ê ve hatiye parvekirin û bal kişand ser van pêşketinan: “Li nava CHPê êdî alî zelal dibin.” Her wiha li gorî angaşta hejmara parlamenterên ku piştgiriyê didin Kiliçdaroglu derkeve ser 50 kesî re.

Di rêveberiya CHPê de çawa deng veda?

Li aliyê din, derketina Kiliçdaroglû ji bo rêveberiya CHPê nebû surprîz bû. Li gorî rayedarên CHPê Kiliçdaroglû û derdora wî ev hefteyek e di nava civînan de bûne û ew bi vê yekê agahdar bûne. Rayedarên CHPê di agahiyên dane çapemeniyê de, diyar kirin ku vîdeo piştî civînên dawî yên tîma Kiliçdaroglû hatiye kişandin û ev derketin dikare wekî peyama “ez amade me” yan jî danezaneke li dijî darazê bê xwendin.

‘Angaşta Gursel Tekîn araste dike’

Di vê navberê de hin rayedarên CHPê diparêzin ku kesê Kiliçdaroglû araste dike Gursel Tekîn e. Li gel van hemûyan, rêveberiya partiyê diyar dike ku ew niha nafikirin der barê Kiliçdaroglû û derdora wî de pêvajoya îxrackirinê bidin destpêkirin û wî bixin rewşa ku gaşo mexdûr bûye. Her wiha rêveberiyê eşkere kir ku ew ji bo her cure biryara darazê ya li dijî partiyê jî amade ne.

Serdana tîma Gursel Tekîn

Ji aliyê din ve, alîkarên Gursel Tekîn ê ku çend meh berê wekî qeyûm tayînî Serokatiya CHPê ya Stenbolê hatibû kirin û ji partiyê hatibû derxistin Zekî Şen û Erkan Narsap ên di heyeta qeyûm de cih digirtin, serdana Kiliçdaroglû kirin. Narsap ê ku serdan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand, wiha got: “Tiştê ku bi milyonên li benda hêviyê ne ji me dixwazin, ne bêdengî ye, cesaret e. Ne teslîmiyet e, têkoşîneke mezin e! Ne berjewendiyên kesane ne, hevrêtiyeke ku em ê hev hembêz bikin e.”

Hejmara parlementerên peyam parvekirin derket 22yan

Heta niha 22 parlamenterên CHPê bi parvekirina vîdeoya Kiliçdaroglû ya li ser medyaya dîjîtal, piştgiriya xwe ya ji bo wî nîşan dan û li dijî rêveberiya Ozel bi eşkereyî aliyê xwe diyar kirin. Ev yek nîşan dide ku şerê navxweyî yê di nava CHPê de ber bi qonaxeke dabeşbûnê ya vekirî ve diçe.

Ozel bersiv da Kiliçdaroglu

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, bersiv da peyama Kiliçdaroglû. Ozel diyar kir ku gotinên wî yên berê yên der barê “Qesrê” de ne ji bo Kiliçdaroglû bûn, armanca wî kesên wekî darbekarên nava partiyê tevgigerin bûye.
Ozgur Ozel bi eşkereyî diyar kir ku ew meydanê ji darbekarên nava partiyê û yên ku serkeftina hilbijartinên 31ê Adarê û encamên kurultayê hezim nakin, dixwîne.

Ozel destnîşan kir ku rexneyên wî ne ji bo Kiliçdaroglu ne, ji bo kesên ji Qesrê hêviyan dikin e. Ozel anî ziman ku ji ber ku Kiliçdaroglu gotinên wî girtine ser xwe gelek matmayî bûye û xwest ku Kiliçdaroglu xwe nexe pozîsyona kesên ji desthilatdariyê alîkariyê dixwazin. Ozal her wiha xwest ku Kiliçdaroglu li dijî partiyê daxuyaniyan nede.

Etîket: ButlanCHPKiliçdarogluOzgur Ozel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Îmamoglû ji CHPê îstîfa kir

Îmamoglû ji CHPê îstîfa kir

12 TEBAX 2026
Ozgur Ozel: Em li pêşiya aştiyê nabin asteng

Ozgur Ozel: Em li pêşiya aştiyê nabin asteng

10 TEBAX 2026
Yenî Partî bi rojeva qanûna çarçoveyî civiya

Yenî Partî bi rojeva qanûna çarçoveyî civiya

6 TEBAX 2026
Li dijî Şaredariya Îzmîrê lêpirsîn: Birayê Velî Agbaba hate binçavkirin

Li dijî Şaredariya Îzmîrê lêpirsîn: Birayê Velî Agbaba hate binçavkirin

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne