• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di 10 rojan de 54 mirov li Sûriyê hatin kuştin

Veysel Avci /AW

25 GULAN 2025 - 10:39
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên SOHRê di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 8 kes hatine kuştin. Di 10 rojên dawî de herî kêm 54 mirov hatin kuştin. Piştî Şam ket kontrola HTŞê êrîşên DAIŞê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Ji destpêka 2025an heta niha DAIŞê 86 çaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 8 kes hatine kuştin. Ji 14ê Gulanê heta niha 54 mirov hatin kuştin. SOHRê ku der barê kuştina 8 kesan agahî parve kirin û diyar kir ku li gundewarê Tertûsê di 3 bûyerên cuda de 3 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin qetilkirin. Hate diyarkirin ku bûyer li Pira Xerîbat, gundê Mecdelûn û rêya Beyt Elyan rû dan. Li herêma Dimêr a gundewarê Şamê jî 2 endamên “Firqeya 54an- Tîma Endazyariyê” ya girêdayî desthilata Şamê dema mayîn bê bandor dikirin jiyana xwe ji dest da û hin din jî birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku li herêma Meza Besatîn a Şamê çekdarên nenas kesek bi tawana ku bi rêjîma berê re didan û distandin, kuşt. Li gorî SOHRê, rojnamevanek ku beriya du hefteyan li Şamê winda bibû, cenazeyê wî li nêzî bajarokê Ceyrûd ê Qelemûnê di nava kavilan de hat dîtin. Li nêzî Nexweşxaneya Almanî ya li herêma Kiswa ya gundewarê Şamê jî şerekî çekdarî derketibû. Endamekî hêzên ewlekariyê ya desthilata Şamê dema navbeynkariyê bike û dawî li pevçûnê bîne, hat kuştin.

Di 23ê Gulanê de 8 kes hatin kuştin,
Di 21ê Gulanê de 10 kes hatin kuştin.
Di 19ê Gulanê de 12 kes hatin kuştin.
Di 14ê Gulanê de 16 kes hatin kuştin.

Piştî HTŞê êrîşên DAIŞê zêde bûn.

Bi taybetî piştî Şam ket kontrola HTŞê êrîşên DAIŞê yên li herêmê zêde bûn. Ji çileya 2025an heta nhia DAIŞê li herêma ku di kontorla HSDê de ye 86 êrîş pêk anîn. DAIŞê ji serê Gulanê heta niha 14 êrîş pêk anîn. Ev dane nîşan didin ku DAIŞ xwe ji nûve zindî dike û êrîşên xwe yên li herêmê zêde kirine. Êrîşên DAIŞê ewlehiya herêmê tixe talûkeyê û rê li pêşiya kaos û aloziyên nû vedike. DAIŞ bi taybetî êrîşên xwe yên li herêma El-Baxoz û Deyr ez Zorê zêde dike. Di êrîşên DAIŞê yên li herêma HSDê de 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

Di 10 rojan de 49 kes darve kirin

Li Sûriye di 10 rojên dawî de li herêmên cûda 49 kes hatin darvekirin. Di 10 rojên ewil ên meha Gulanê rêjeya kesên tên darvekirin zêde bû. Di 10 rojan de 49 kes hatin darvekirin. Di nava van kesan de şervan, mirovên sivîl û kesên ji nasname û baweriyên cuda jî hene. Li gorî daneyên SOHRê li Helebê 5 kes, li Lazkiyeyê 2 jê zarok bi giştî 11 kes, li Hamayê 13, li Derayê 1 kes, li Humusê 12 kes, li Rif Şamê 3 kes, li Deyr ez Zorê 1 kes, li Tartusê 1 kes, li Şamê 2 kes, bi giştî di 10 rojên meha Gulanê de 49 kes hatin darvekirin.

Etîket: DAIŞêrîşHTSSOHRSûrî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne