• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

Stenbol / AW

30 NÎSAN 2026 - 15:32
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
DGD-KON li dijî darvekirinên Rejîma Îranê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ku Rejîma Molla ya li Îranê bi awayekî eşkere û sîstematîk siyaseta cudakariyê li dijî gelê Kurd dimeşîne û got: “Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin û hemû biryarên darvekirinê tavilê bên rawestandin”

 

Konfedesrasyon û Platforma Komaleyên Rojhilat u Başûrê Rojhilat (DGD-KON) li dijî êrîş û darvekirinên rejîma Îranê yên li dijî gelê Kurd didomîne daxuyaniyeke niviskî parve kir.

DGD-KON daxuyaniyê bi sernavê “Li Îranê darvekirin û zextên pergalî ên Rejîma Molla li ser xelkê sivîl bi tundî tên meşandin nayên qebûlkirin” parve kir û da zanînku rejîma zext, îşkence û darvekirinê li ser sivîlan û gelê Kurd ferz dike. Di berdewama daxuyaniyê de DGD-KON sepanên tên meşandin bi awayekî tund şermezar kir û wiha got: ” Di dîrokê de tê zanîn ku rejîmên otorîter ên ku nikarin pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, bi tundûtûjî û terora dewletê li ser gelê xwe radibin. Rejîma Molla ya li Îranê jî bi dehan salan e bi heman polîtîkaya hovane dimeşe; bi awayekî eşkere û sîstematîk siyaseta cudakariyê ya li dijî gelê Kurd dimeşîne û heta mafên herî bingehîn ên mirovan jî binpê dike.”

‘Rejîm zext, îşkence û darvekirinê zêde dike’

Di berdewama daxuyaniya xwe de DGD-KONê da zanîn ku di 3-4 salên dawî de taybetî li ser ciwanan girtin, îşkencekirin û biryarên darvekirinê yên rejîma mollayan zêde bûye û wiha pê de çû: “Ev ne bûyerên takekesî ne, lê siyaseteke fermî, plankirî û sîstematîk a dewleta Îranê ye. Yek ji nimûneyên herî dawî Naser Bakrzadehe ku sê sal in di zindana Urmiyê de bi îşkenceyên hovane re rû bi rû maye û niha bi cezaya îdamê re tê rûbirûkirin. Nameya wî ya ji zindanê, bangeke bi hêz e ji bo edaletê û rûmeta mirovahiyê.”

‘Darvekirin sûcê mirovahiyê, bêdengî jî hevkarî ye’

DGD-KONê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî sepanên Rejîma Îranê da û wiha got: “Pratîkên darvekirin, îşkence û cudakariyê yên rejîma Molla sûcên li dijî mirovahiyê ne. Bêdengiya li hember van sûcan rasterast hevkariya bi wan re ye. Em civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemû kesên xwedî wijdan bi tundî bang dikin ku tavilê tevbigerin. Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî Kurd were bihîstin û hemû biryarên îdamê tavilêbên rawestandin.

‘Em ê çav li van sûcan negirin’

Di dawiya daxuyaniya xwe de DGD-KONê banga dawîkirina sepanên dermirovî kir û wiha got: “Bi lez û bez dawî li vê siyaseta hovane ya îdam û darvekirinê bînin. Ji polîtîkaya cudakariya neteweyî ya li dijî gelê Kurd û hemû gelên din dest berdin. Dev ji vê pergalê ya zalimane berdin û pergaleke li ser bingehê edalet, wekhevî û qanûnê ava bikin. Ger hûn îro jî berdewam bikin, bedela wê ne tenê ya kesan, lê ya wijdana mirovahiyê ya giştî wê bibe. Em ê qet bêdeng nemînin. Em ê çav li van sûcan negirin. Em ê her dem li kêleka wan ên ku ji bo azadî, rûmet û mafên xwe têkoşîn dikin bin û dengê wan bilind bikin.

Etîket: daxuyanîKonfedesrasyon û Platforma Komaleyên Rojhilat u Başûrê Rojhilat (DGD-KON)Naser BakrzadehRejîma ÎranêRejîma Mollayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne