• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

Amed / AW

27 COTMEH 2025 - 16:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – DFGê, bertek nîşanî hedefgirtina saziyên Çapemeniya Azad a daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd xist rojeva xwe da û got: “Nabe ku dengê aştiyê bê sansurkirin.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî sansura li dijî saziyên Çapemeniya Azad a ji ber şopandina daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya duh li Qendîlê hatibû dayin, daxuyanî da. DFGê, destnîşan kir ku daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ragihand bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişîne, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, di çapemeniya hemû cîhanê de deng vedaye.

DFGê diyar kir ku medyayê bi refleksa rojnamegeriyê hemû kitekitên daxuyaniyê parve kiriye û wiha dom kir: “Yek ji van hûrgiliyan jî dîmenên daxuyaniya dîrokî bû. Tevî vê gava dîrokî ku îxtîmala aştiya li herêmê zêde dike jî, Instagram, YouTube û Tiktokê bi zîhniyeta xwe ya qedexeker, hem kêliya dîrokî hem jî rojnamegerî di bin siyê de hişt. JINNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in, ji ber ku ev kêliyên dîrokî bi xwînerên xwe re parve kirin, rastî sansurê hatin. Hesaba Instagramê ya fermî ya Ajansa Mezopotamyayê û hesaba Tîktokê ya JINNEWSê hatin girtin. Her wiha naverokên li ser hesabên Instagramê yên JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê, hesaba Tîktokê ya Ajansa Welat û hesabê YouTube ya JINNEWS’ê hatin parvekirin jî bi hinceta ‘qeydên komê binpê kiriye’ hatin jêbirin. Tevî ku medyaya nêzî îktîdarê zimanê şer bi kar tîne jî rastî tu astengiyan nayê.”

DFGê ragihand ku platformên behsa xeberê li dijî Çapemeniya Azad cihêkariyê dikin û ev cihêkarî nayê qebûlkirin. DFGê anî ziman ku ev rewş li dijî ruhê pêvajoyê ye, bang kir ku saziyên medyaya dijîtal dev ji vê polîtîkaya sansurê berdin û got: “Em vê cihêkariyê qebûl nakin û dibêjin nabe ku dengê aştiyê bê sansurkirin. Banga me li platformên behsa xeberê ye ku naverokên hatine astengkirin tavilê dîsa vekin.”

Etîket: Çapemeniya AzaddaxuyanîDFGsansurTevgera Azadiyê ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

2 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne