Desteya Şopandin û Niraxndinê piştî civînê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de xebatên siberojê û li ser peywîr û mîsyona desteyên jêr gotûbêj nirxandin hatine kirin.
Desteya Şopandin û Nirxandinê ku di bin banê Cîgiriya Serokkomariya Tirkiyeyê de ji bo şopandina pêvajoyê hatibû avakirin cara 2yemîn civiya. Deste bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz civiya û Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Teşîkalata Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Sektreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Susmaz û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Millî (MGK) Oktay Memîş tev li civînê bûn.
Piştî civînê ji aliyê desteyê ve daxuyaniyeke niviskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo pêkanîna qanûnê rewşa heyî û xebatên tên kirin nîqaş kirine û xebatên di rojên pêş de dê bên kirin bi awayekî berfireh hatine nirxandin. Her wiha di daxuyaniyê de derbarê desteyên jêr de jî hate gotin ku peywîr û mîsyona desteyên jêr hatine nirxandin û li ser koordînasyona di nava saziyan de biryar hatiye girtin. Her wiha hate gotin ku deste dê li gorî ruhê qanûn û biryardariya dewletê xebatên xwe bi awayekî hesas bidomîne.













