Civîna duyemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê ku bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bi dawî dawî bû.
Desteya Şopandin û Tespîtê ku di bin banê Cîgiriya Serokkomariya Tirkiyeyê de ji bo şopandina pêvajoyê hatibû avakirin cara 2yemîn civiya. Civîna ku saet di 09:30an de dest pê kir bi dawî bû. Deste bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz civiya û Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Teşîkalata Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Sektreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Susmaz û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Millî (MGK) Oktay Memîş tev li civînê bûn.
Tê çaverêkirin ku derbarê civînê de daxuyaniyeke niviskî were belavkirin.













