• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Demîr: Bi komploya 15ê Sibatê nexwestin pergaleke demokratîk pêk were

Bazîd Evren - Onder Akbulut / AW

14 SIBAT 2026 - 08:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Hevserokê DBPa Wanê parêzer Cemal Demîr bal kişand ser sedemên Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê û anî ziman ku hêzên hegemon nedixwestin li Rojhilat Navîn pergaleke wekhev, demokratîk û aştiyane pêk bê.

Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de komployeke navdewletî hatibû destpêkirin û di 15ê Sibata 1999an de jî Abdullah Ocalan li Kenyayê hatibû girtin. Hêz û dewletên ku ev komplo pêk anîn, Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin û ji wê demê ve Abdullah Ocalan di Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê ragirtin. Gelê Kurd li dijî vê komployê, 15ê Sibatê weke “Roja Reş” ragihand û sekna gelê Kurd û helwesta Abdullah Ocalan ev komploya navdewletî têk bir.

Pêvajoya girtina Abdullah Ocalan

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê parêzer Cemal Demîr ku serdemekê parêzeriya Abdullah Ocalan kiribû, têkildarî 15ê Sibatê axivî û diyar kir ku ev salên dirêj in hesabên hêzên hegemonîk li ser Rojhilata Navîn hene. Cemal Demîr destnîşan kir ku van hêzên hegemon her tim Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê li pêşiya xwe astengî didîtin û got: “Bi pêşengiya Amerîka û Îsraîlê dewletên NATOyê zexteke mezin li ser Sûriyeyê kirin û Sûriyeyê jî ji ber van zextan nekarî Rêberê Gelê Kurd bihewîne. Rêberê Gelê Kurd neçar ma ku ji Sûriyeyê derbikeve û berê xwe dide Ewropayê. Rêberê Gelê Kurd dibêje ‘Min dikarîbû biçim çiya ango Kurdistanê, lêbelê îhtîmal hebû ku bi tundiyeke mezin êriş bikiribana Kurdistanê.’ Ji ber vê yekê Serok ji bo rêya aştî û dîplomasiyê veke berê xwe da Ewropayê. Lêbelê her dewleta ku diçûyê deriyê xwe digirt û dawiyê de jî hate girtin.”

‘Komplo hat têkbirin’

Cemal Demîr bal kişand ser sedemên vê komployê û diyar kir ku dewletên hegemon nedixwestin meseleya Kurd bi demokrasiyê bê çareserkirin. Cemal Demîr da zanîn ku nedixwestin li Rojhilat Navîn pergaleke wekhev, demokratîk û aştiyane pêk bê û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku li çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pergaleke weke xwîşk û biratî, azad, wekhev, demokratîk û aştî pêk bihata, êdî hincet nedima ku Ewropa mudaxaleyê van deran bikira. Lêbelê Serokatî bi berxwedana xwe ev komplo vala derxist û gelê Kurd jî piştgirî da Serokatî. Vê piştgiriyê destê Serokatî xurt kir û ev komplo hat têkbirin. Ji wê demê ve Serokatî ji bo meseleya Kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin, di nava hewldanan de ye.”

‘Bandora Rêberê Gelê Kurd li ser gelan mezin e’

Cemal Demîr bi bîr xist ku li dijî komployê hem Kurdan hem jî dostên Kurdan gelek çalakî li dar xistine û wiha pê de çû: “Di zîndanan de gelek kesan xwe şewitandin, bertek nîşanî komployê dan. Ji 9ê Cotmeha 1998an heta 2018an 53ê kesan xwe şewitandin û şehîd bûn û 66 kes jî birîndar bûn. Her wiha tecrîdeke giran a dijmirovî û dijhiqûqî li ser Serokatî hat meşandin. Li dijî vê tecrîdê jî gelê Kurd bertekên xwe anîn ziman û heta niha jî ev yek qebûl nekiriye. Di protestoyên vê tecrîdê de jî ji 2019an heta 2023yan 10 hevalên me jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Rêberê Gelê Kurd li hemû gelên azadîxwaz û aştîxwaz bandoreke mezin kiriye.”

‘Ji bo selametiya pêvajoyê divê hin tişt bên guhertin’

Bi domdarî Cemal Demîr behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û destnîşan kir ku bi hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hat destpêkirin û wiha got: “Dîsa nûnerên dewleta Tirk berê xwe dan Îmraliyê û xwestin bi Serokatî re pêvajoyekê bidin destpêkirin. Serokatî jî li ser vê yekê di 27ê Sibatê de bangeke gelek dîrokî kir. Ji vê dîrokê ve hewil dide pirsgirêka Kurd li ser esasê wekhevî, demokrasî û azadiyê bê çareserkirin. Lê ji bo tendirûstiya vê pêvajoyê hin tişt bên guhertin. Divê hem ji aliyê hişmendî, ferasetê ve hem jî ji aliyê fizîkî ve guhertin çêbibin. Lê heta îro jî şert û mercên serokatî nehatine guhertin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê Rêberê Gelê Kurd ji aliyê fizîkî ve azad bibe. Lewma Rêberê Gelê Kurd hemû berpirsiyariyên xwe pêk anî û rêxistina wî jî li cem wî sekinî. Lê dewlet jî desthilatê jî heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Li ser esasên hiqûqê jî tu gav neavêtine. Serokatî dibêje ku divê ji aliyê hiqûqê ve hin gav bên avêtin û qanûnên azadiyê bên derxistin.”

‘Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd dê bandoreke erênî bike’

Cemal Demîr bal kişand ser bandora azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan a li ser cîhanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd wê bandoreke gelek erênî li ser herêmê û cîhanê bike. Pergala Serokatî daye pêşiya me pergaleke demokratîk, ekolojîk e û azadiya jinê û wekheviyê dihewîne. Li dijî hişmendiya netewe-dewletan a yekperestiyê ye. Ev hişmendiya netewe-dewletan em dizanin ku ji bo hemû mirovahiyê pergaleke xerab e. Heke azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk bê, dê karibe baştir xebatên xwe bimeşîne, baştir bi her kesî re hevdîtinan bike û pergala ku diparêze ji her kesî re îzah bike.”

Etîket: Hevserokê DBPa Wanê Cemal Demîrkomploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne