• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Demildest kujerê Nîhat Kazanhan ceza bikin

Mahmût Altintaş / AW

15 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Danişîna Nîhat Kazanhan ê ku polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez ew kuştibû dê di 16ê Kanûnê de bê dîtin. Dayika Nîhat Kazanhan Ayşe Kazanhan xwest kujerê kurê wê demildest bê girtin û cezakirin.

Nihat Kazanhan ê 12 salî di 14ê Çileya 2015an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê tîme taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hat kuştin. 10 sal borîn, lê hîna polîsê kujer nehatiye cezakirin. Tevî kujer diyar e û şahid jî hene, lê hîna kujer serbest digere. 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ji bo polîsê kujer Mehmet Nûrbakî Goçmez cezayê mûebbetê birîbû. Lê bi “tehrîka neheq” û “daxistina ji ber rewşa baş” 13 sal û 4 meh cezayê wî daxistin û dadgeha bilind ceza erê kir. Lê piştî wê di danişîna 5emîn a doza Nîhat Kazanhan ku di 17ê Çileya 2024an de hat dîtin, dadger biryar da ku bi bultena sor li kujêr Mehmet Nûrbakî Goçmez bê girtin. Lê salek di ser biryara dadgehê re derbas bû jî kujer hê nehatiyê girtin.

Herî dawî danişîna doza Nîhat Kazanhan di 25ê Îlona 2024an de 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Di danişînê de dadgehê ji bo kujerê Nîhat Kazanhan biryar da ku xwe li benda encamên biryara lêgerîna bi bûltena sor bigirin û danişîn taloqî 16ê Kanûnê kiribû. Danişîna 8êmîn a Nîhat Kazanhan jî wê sibe (16ê kanûnê) li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê dîtin. Beriya danişîna dayika Nîhat Kazanhan Ayşe Kazanhan ji Ajansa Welat re axivî û bi lêv kir ku ji ber Kurdbûnê kujerên kurê wê nayê cezakirin û xwest kujer bê cezakirin.

‘Wê rojê xaz neavetin lê Nîhat kuştin’

Dayik Nîhat Ayşe Kazanhan qala roja qetilkirina kurê xwe kir û destnîşan kir ku heta wê rojê polîsan her tim xaz davêt kolana wan û wiha got: “Wê rojê xaz neavetin kolanê lê Nîhat kuştin: “Wê rojê Nîhat ji dibîstanê hat malê. Min jî xwarin da wî. Piştre jî ji ber ku zarokekî me nexweş bû min ew bir nexweşxaneyê. Ez ji nexweşxanê vegeriyam malê. Lê Nîhat ne li malê bû. Min pirsa Nîhat kir. Wê rojê bavê Nîhat ji bo kar çûbû Başur. Piştî wê rojê êdî neçû Başûr. Ez derketim der û min pirsa Nîhat kir. Ji min re gotin xaz li Nîhat ketiyê û ew rakirine nexweşxanê. Ez jî bi lez çûm nexweşxaneyê. Min dît ku serê Nîhat pêçaye û deng ji wî nayê. Çavê min li Nîhat ket min kir hawar. Lê deng ji Nîhat nedihat bersiva min nedida. Piştre nehiştin ez biçim cem Nîhat. Ez jî li ser hişê xwe çûm. Dema min çavê xwe vêkir min dît serûm li pêya min xistine. Min pirsa Nîhat kir. Lê gotin Nîhat birine qata binî û kirinê morgê. Min serûm avêt û qêrîyam. Ez tu car wan rojan ji bîr nakim.”

‘Kujeran bi zanebûn nagirin’

Dayik Ayşe Kazanhan destnîşan kir ku ji ber ew kurdin kurê wê kuştin û wiha bertekên xwe anîn ziman: “Zarokê min Kurd bû. Ji ber wê kuştin. Tiştek tune bû. Zarokek bû. Sedema kuştina Nîhat tenê Kurdbûn bû. 10 sal in min aramî nedîtiye. Hezar nexweşî bi min re çûbûn. 10 roj piştî qetilkirinê kerna wî ji min re hat. Min ew kerneya wî vêşartiye. Bi sedan ên weke Nîhat hatinê kuştin. Em ê hertim şopdar bin. Heta kujer bêne cezakirin em ê têbikoşin. Dibêin bi bultena sor digerin, lê tev derew in. 10 sal in kujer serbest digerin. Em ê sibê dîsa biçin danişînê. Em dixwazin kujer ceza bikin. Bila zarokên din neyên kuştin. Em ê doza Nîhat bişopînin da ku kujer bên cezakirin. Ji bo kujer bêne cezakirin heta ku em sax bin em ê têbikoşin.”

Qeymaqam navê Cemîle Cagirga û Nîhat Kazanhan guncav nedît

Ayşe Kazanhan herî dawî anî ziman ku qeymaqamtiyê ji bo navê parqên Cemîle Cagirga û Nihat Kazanhan guncav nedît û wiha bi dawî kir: “”Çi zerara wê parqê heye. Tenê em û zarokên me kêfxweş bûn. Erê Nîhat edî nikarê li wê parqê bilîzê, Cemîle êdî nikarê li wê parqê bilîzê. Lê zarokên Cizîrê wê li wê parqê bilîzin. Ew jî zarokên me ne. Çima dibêjin ew nav neguncav e.”

Etîket: Ayşe Kazanhan.CizîrNihat KazanhanPolîstîmê taybet
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

30 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne