• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiya Amedê ji bo Mafê Hêviyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Amed / AW

23 ÎLON 2025 - 14:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi rêxistina DBP û rêveberiya TUAY DERê re li Amedê ji bo Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê kampanaya îmzeyan da destpêkirin.

Bi boneya Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêberên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY DER) a Amedê, Hevşaredarên Bajarên Mezin û navçeyan yên Amedê û nûnerên saziyên sivîl, li pêşiya Ceylan AVMê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî û Tirkî  pankarta “Em aştiyê dixwazin ji ber ku em bawerin ku em ê Cumhuriyeteke demokratîk ava bikin” hate vekirin.

Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexşerê ye û wiha got: “Pêdiviya gelan bi aştî û demokrasiyê heye. Em îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyayê didin destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Abbas Şahîn destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê demildest mafê hêviyê were pêkanîn. Abbas Şahîn bal kişand ser polîtîkayên ku qeyranên siyasî, aborî û civakî kûr kirine û wiha got: Siyaseta Şer xizanî bêkarî, kedxwarî, tundiya li dijî jinan û komkujî zêde kirine û bûye sedema hilweşîneke tevahî. Em mehkûmê siyaseta şer û tariya ku ji ber wê hatiye afirandin nînin; em aştiyê dixwazin. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re, hêviya aştiyê mezin bûye ku gel bi slan e bi biryardarî li vê hêviyê xwedî derketiye. Niha em li dora vê bangê dibin yek û em ji bo demokrasî wekhevî û azadiyê bang dikin.”

Daxwaz hatin rêzkirin.

Abbas Şahîn di daxuyaniyê de diyar kir ku ew bo Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan starta Kampanyaya Îmzeyan destpêkirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin.

“Em aştiyê dixwazin ji ber ku em civakekê diparêzin ku tê de gel û bawerî bi azadî û wekhevî, bi hev re bijîn.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dibêjin mîsogerkirina demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê bi çareseriya demokratîk a meseleya Kurdan re girêdayî ye.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dixwazin nasnameyên cuda li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bi hebûna xwe ya bêhempa, bi hev re bijîn.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em xizanî, bêkarî, kedxwariyê ya ku ji ber şer kûrtir kiriye qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku em li dijî êrişên li ser jinan û mafên jinan ên bidesxistî têkoşînê dikin.

Em jiyaneke azadîxwaziya jinan diparêzin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em politîkayên şer ên ku tundî û komkujiyên li dijî jinan kûrtir dikin, qebûl nakin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em şerê sexlemparêziyê ku cureyeke tundiyê ye li dijî laş red dikin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bi çanda xwe , xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em naxwazin ji ber şer war û jîngehên xwe biterîkînin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em naxwazin çavkaniyên me li ser navê polîtîkayên ewlehiyê werin xerckirin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dixwazin zarok wekî kirdeyên civakî, bi azadî û bi ewlehî bijîn.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dibêjin li dijî takesekperestiya kapîtalîst yekbûna bi civaka komunal re dê yekîtiya azad a gelan mîsoger bibe.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em talankirina xwezayê ya ji bo rantê red dikin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em naxwazin ciwan bi fikrarên bêkarî, bêhêvîbûn an jî siberojê bitengijin.

Em qebûl nakin girtî bi awaekî derqanûnî werin darizandin û di girtîgehan de werin dîlgirtin.

Em aştiyê dixwazin ji ber ku em bawer dikin ku em ê Komara Demokratîk ava bikin.

Werin em bi hev re daxwaza ya aştiyê birûmet bilind bikin û jiyaneke azad û wekhev ava bikin.”

Îmze hatin avêtin

Daxuyanî bi berzkirina diruşmayên “Bijî Aşitî” û “Ji şer re na azadî aniha ” bi dawî bû. Girseya kombûyî piştî daxuyaniyê, ji bo kampanyayê îmze avêt û ji bo piştgiriya kampanyayê belavok belav kir.

 

Etîket: AmedDBPDEM PartîKampanyaya ÎmzeyanMafê HêviyêTUAY-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne