• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

Navenda Nûçeyan / AW

18 SIBAT 2026 - 21:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

KCDK-Eyê daxuyand ku daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu” armanca sereke ya têkoşîna wan e û bang li gel û dostên wan kir ku ji bo berxwedana li dijî komploya 27 salan bi encam bikin divê bi biryardarî li qadê xebata xwe berdewam bikin.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an bi rêbazên cuda berdewam dike û herî dawî di şexsê Rojava de hewl hatiye dayîn polîtîkayên qirkirinê bi encam bikin; lê bi îradeya xurt û destwerdana di wextê xwe de ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pûçkirin.

Di daxuyaniya KCDK-Eyê de hat destnîşankirin ku bi seferberiya bi mîlyonan kesan li çar perçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê li dijî vê pêvajoya ku komploya duyemîn tê pênasekirin bertek hatin nîşandan û hat gotin ku dorpêç û gefên li ser Rojava bi bilindkirina têkoşînê wê têk biçe.

Daxuyaniya bi sernavê “Komploya Navneteweyî ya 27 salan wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re çareser bibe” wiha ye:

“27 sal berê bi armanca astengkirina têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiyê, şêwaza jiyana alternatîf û Rojhilata Navîn bikşînin nava kaosê Komploya Navneteweyî pêk anîn. Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan di serî de dewleta Tirk ji hêla gelek welatên herêmê ve hate piştgirîkirin. Rêber Ocalan bi biryardariyek mezin ev plan vala derxist.

Komploya ku vala hat derxistin, gelek caran bi şêwaz û rêbazên cûrbecûr hate meşandin û hewl dan encamê bi dest bixin. Herî dawî bi rêbaza şerê taybet a li dijî Rojava qirkirin hat armanckirin. Rêber Ocalanmudaxaleyî vê komployê kir û bêbandor kir. Ev êrîşa ku em wekî komploya navneteweyî ya duyemîn pênase dikin, qirkirina gelê Kurd armanc kir û hewl da şerê Kurd-Ereb li herêmê pêş bixe, lê bi mudaxeleya di cih de bi encam hat hiştin.

Bi mîlyonan kes li dijî vê hewldana komploya duyemîn seferber bûn, li dijî plana qirkirina Kurdan, di serî de li her çar beşên Kurdistanê û li seranserê cîhanê rabûn ser piyan. Gelê Kurd, li ser bingeha yekîtiya neteweyî li seranserê cîhanê wekî yek bedena yekgirtî, bi dostên xwe re komployê vala derxistin. Bi rojan e seferberî li kolan û qadên her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dike. Em vê berxwedan û serhildana gelê xwe silav dikin.

Çawa ku dorpêç û qirkirina li ser Rojava hat rawestandin û pûçkirin, gef û xetera qirkirinê li ser her çar perçeyên Kurdistanê hîn jî berdewam dike. Rêya aştiya mayînde û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku 100 sal in bi qirkirinê re rû bi rû maye, bi bilindkirina têkoşînê pêkan e. Rola Rêber Ocalan di pêkanîna vê yekê de îhtîmalek bingehîn û rastîn e ku hebûna wî ferz dike.

Ji bo ku Rêber Ocalan van hemû pêşbînî û pêşniyaran pêk bîne û rola xwe wekî aktorek bilîze, divê ew bikaribe azad bixebite. Ji ber vê yekê, divê mafê hêviyê were pêkanîn û astengiyên li pêşiya wî werin rakirin.

Wekî KCDK-E, em îradeya hevpar a ku gelê me li kolanên her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dorpêçkirina Rojava nîşan daye û berxwedan, helwest û xwedîderketina bi mîlyonan kesan silav dikin. Ev ruhê têkoşîn û yekîtiyê yê ku hatiye nîşandan rêya me ronî dike. Ji bo bigihêjin encamê ji bilî parastina vê helwest û biryardariyê tu rêyek din tuneye.

Ji Rêber Ocalan re Azadî û ji Rojava re Statu îro wekî armanca sereke ya têkoşînê li pêşiya me ye. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku ji bo berxwedana li dijî komployê bigihêje armanca xwe bênavber vê îradeyê xurt bikin û bi biryardariyeke mezin cihê xwe di qadên têkoşînê de bigirin.”

Etîket: Abdulah OcalanAzadiKCDK-ETêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

11 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne