• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dê gel qeyûmên we bişîne’

Mêrsîn / AW

16 ÇILE 2025 - 16:14
Kategorî: ROJANE
A A
Mêrsîn – Parlamenterên DEM Partiyê ku di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de axivîn û wiha gotin: “Dê gel qeyûmên we bişîne wê derê cihê jê hatiye.”

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê di roja 7an de didomin. Bi tevlibûna parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya avahiya Şaredariya Akdenîzê ya dorpêçkirî daxuyanî hate dayin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş di çalakiyê de wiha got: “Gel li derve ye, xespkar li hundir in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Berîqetên li pêşiya şaredariyê, dîmenê herî zelal ê xespê ye. Heta hevşaredar û endamên meclisê dîsa li karê xwe vedigerin dê berxwedana me bidome.”

‘Dîmenê li pêşiya me, dîmenê faşîzmê ye’

 

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan jî bal kişand ser dorpêça li ser şaredariyê û ev tişt anî ziman: “Dîmenê li pêşiya me, dîmenê faşîzmê ye. Îradeya gelê Kurd dîsa hate xespkirin. Bila kesek bo me qala biratiyê neke ji ber ku tiştên tên kirin ne li gorî biratiyê ne. Gelê Kurd tu caran li ber we serî netewand û dê netewîne. Bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Bi xespkirina şaredariyê re ne tenê îradeya gelê Kurd, ya hemû gelan hate xespkirin. Êrişên ser Kurdan dê bandorê li hemû Tirkiyeyê bikin. Dijminatiya li Kurdan bi her kesî dide windakirin. Dê hevalên me rojekê derkevin û dîsa vegerin ser karê xwe. Dê gel qeyûmên we bişîne wê derê cihê jê hatiye. Em ê bi ser kevin.”

‘Qeyûmên xwe bi paş ve bikişînin’

 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan jî wiha got: “We di salên 90î de bi darê zorê gund vala kirin û we got qey dê gel asîmîle bikin. Lê hûn bi ser neketin. Mêrsîn mînaka vê ye. Hûn nikarin vî gelî tune bikin. Her kesên dixwazin li Rojhilata Navîn siyasetê bikin, bi Kurdan re di nava pêwendiyan de ne. Heke hûn êrişî vî gelî bikin, hûn nikarin encamekê bi dest bixin. Ji 1ê Cotmehê ve çendek gav tên avêtin. Lê li aliyê din êrişî Rojava dikin û qeyûman tayîn dikin. Ev jî nîşan dide ku hûn jidil nînin. Vî gelî li ber we serî netewand û dê netewîne. Qeyûmên xwe bi paş ve bikişînin û hevşaredarên gel bila dîsa vegerin ser karê xwe.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Welatiyan gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Etîket: ÇalakîDEM PartîMêrsînparlamenterŞaredariya Akdenîzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne