• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê rojnamevan bi bîr anîn

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 13:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya Hezar û 30yemîn a li Qada Galatasarayê de aqûbeta Rojnameger Îsmaîl Bahçecî yê 30 sal berê hat kuştin pirsîn.

Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavan de hatin kuştin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê di hefteya Hezar û 30yemîn de çalakî berdewam kirin.
Li gel Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan gelek kes li qadê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê 30 sal berê hat windakirin pirsîn. Xizma winda Masîde Ocak daxuyanî xwend.

‘Em Îsmaîl Bahçecî ji bîr nakin’

Masîde Ocak bi gotina “Me Îsmaîl Bahçeci yê ku 30 sal in hebûna wî tê înkarkirin, sûcdar û berpirsyarên wîndakirina wî bê ceza tên parastin, ji bîr nekir” Îsmaîl Bahçecî bi bîr anî û wiha axivî: “Ji bo Îsmaîl ê ji sala 1993an û vir ve ji bo Îsmaîl bigirin, polîsan avêtin ser mala malbata wî ya Avcilarê. Ji ber vê sedemê Îsmaîl neçar ma ji malê derkeve. Wî jimareya telefona hevalekî xwe yê cihê kar da birayê xwe a ku di rewşa awarte de agahiyê bide malbata xwe. Kesê ku di 24’ê Kanûna 1994’an de telefonî Malbata Bahçecî kir û xwe weke hevalê Îsmaîl da nasîn, ev agahî da û got ‘Kurê we ji aliyê polîsên şaxa siyasî ve hatiye binçavkirin.’ Bav Şehmus Bahçeci demildest serî li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepe û Serdozgeriya Komarê ya Gayrettepe da, lê binçavkirina Îsmaîl hat redkirin.”

’30 sal in çarenûsa wî nediyar e’

Maside Ocak da zanîn ku malbata Îsmaîl Bahçecî serî li hemû saziyên edlî û îdarî yên pêwendîdar dane û bi kampanyayên ku ji aliyê malbat, hevalên Îsmaîl, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ve hatine organîzekirin, ev mijar jiraya giştî ya welat û cîhanê re hatiye ragihandin. Lê 30 sal in agahî ji malbata Îsmaîl re nayê dayîn. Hemû serlêdanên malbata wî bê encam man. ”

‘Em ê dev jê bernedin’

Maside Ocak herî dawî wih got: “Serokomarê wê demê Suleyman Demîrel, Serokwezîr Tansu Çîller, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Midûrê Emniyeta Stenbolê Necdet Menzîr, Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Reşat Altay, Serdozgerê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Stenbolê Ahmet Koksal û Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu ji bo Îsmaîl Bahçecî di binçavan de winda nebe tevdîr negirtin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Îsmaîl Bahçecî û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Ji bo hemû rojnamegerên hatin qetilkirin qurnefîl danîn.

Piştî daxuyaniyê xizmên windayan qurnefîl li qadê hiştin û gotin, “Qenêlên me ji bo rojnameger Îsmaîl Bahçecî û hemû rojnamegerên hatin qetilkirin e.”

Piştre çalakî bi dawî bû.

Etîket: Îsmaîl BahçecîMaside OcakQada Galatasarayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

4 NÎSAN 2026
Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

28 SIBAT 2026
Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

18 COTMEH 2025
Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

26 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne