• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê 1057 hefte ne li edaletê digerin

Stenbol / AW

28 HEZÎRAN 2025 - 14:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê ên ku 1057 hefte ne li edaletê figerin di çalakita vê hefteyê de çarenûsa 5 kesên ku 32 sal berê li Şirnexê hatine kuştin pirsîn û banga “edaletê” kirin.

Dayikên Şemiyê hefteya 1057an a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku çarenûsa xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û edaletê bixwazin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Omer Çetîn, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Guler ku di hezîrana 1993yan de di encama serdegirtina leşker û cerdevanan de li gundê Hirareş  yê navçeya Basa ya Şirnexê hatin kuştin û cenazeyên wan piştî 19 salan hatin dîtin, edalet xwestin.

Metna çapemeniyê ji mirovnên şemiyê Sebla Arcan xwend.

Sebla Arcan diyar kir ku bi salan e daxwazên wan ên rastî, edalet û aştiyê hene û got ku ji bo aştî mayînde bibe divê rûbirûbûn û hesabpirsîn pêk were. Sebla Arcan ku diyar kir li gundê Hirareş ku di Hezîrana 1993’an de operasyon lê hatiye kirin, gundî li dibistana gund hatine komkirin û 2 rojan îşkence li wan hatiye kirin wiha berdewam kir, “Yek ji gundiyan, Omer Çetîn ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û birine qereqolê. Piştre ew birine mala wî  û lêgerin kirin. Dema ku di lêgerînê de tiştek nehat dîtin, leşkeran gef li Omer Çetîn xwarin û gotin, ‘Heke tu neaxivî, em ê jina te tazî li dora gund bigerînin.’ Piştî vê gefê, Omer Çetîn hewl da ku ji balkona malê bireve û ji aliyê leşkeran ve hatiye gulebarankirin û bi giranî birîndar bûye. Di heman rojê de, Omer Çetîn, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Gulerekî din ji aliyê leşkeran ve bi çavên girtî bi hinceta ku ‘dê îfadeyekê bidin’ dibin qereqolê.”

Heta niha lêpirsîn nehatiye destpêkirin 

Sebla Arcan gotinên xwe wiha domand: “Ahmet Guler ku çend roj şûnde bi birînên giran vegeriya gund, tiştên ku di binçavkirinê de qewimîn wiha vegot: ‘Wan Omer Çetîn û Ahmet Guler ku yekî din jî bi heman navî ye, li nêzîkî gund kuştin. Piştre min, Sait Şen, Beşîr Başkak û Abdullah Guler birin deverek çiyayî ya bi zeviyên genim. Wan em avêtin çalekê. Dema ku ez rûniştibûm, dengê çekan hat û hevalên min li ser min ketin. Wan bombeyek jî avêtin. Dema ku ez hatim ser hişê xwe, ez vegeriyam gund û tiştên ku qewimîne vegot. Malbatên ku ji bo Ahmet Guler çûn herêmê, cenazeyên xizmên xwe yên bi hovane hatine kuştin dîtin. Wan miriyên xwe bi dizî û bi hev re veşartin bêyî ku erkên xwe yên olî bi cîh bînin veşartin. Piştî bûyerê, gundî bi zorê hatin koçberkirin û neçar man ku koçî bajarên cûda bikin. Ahmet Guler 24 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin. Destê wî yê çepê seqet bû û ew hîn jî nikare laşê xwe bi tevahî bi kar bîne. Tevî ku bûyerê bi tevahî ku bûyer bi tevahî hat vegotin jî tu lêpirsîn nehat kirin.

Daxwaza darizandina kujeran kirin

Sebla Arcan ku diyar kir hestî radestî malbatan hatine kirin û malbatan di dema kolandinê de ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Giştî ya Rayedar a Taybet a Dîyarbekirê de di sala 2012yan de hatiye kirin, cenazeyên wan bi merasîmek olî veşartine, tekez kir ku tevî  32 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî sûcdar nehatine darizandin. Sebla Arcan tekez kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.

Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.

Etîket: daxwazdayikedaletStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

13 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

27 TEBAX 2026
‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne