• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê dewlet gavan biavêje

Bazîd Evren / AW

4 SIBAT 2025 - 12:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gever – Dayikên Aştiyê yên Geverê ku têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dest pê kirin axivîn û diyar kirin ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan heye û gotin: “Ji aliyekê aştî, ji aliyekê jî şer, tecrîd, zext nabe. Me ji bo aştiyê gavek avêt, divê dewlet jî gavan biavêje.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi gel re nîqaş bikin li gelek bajaran “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar dixe. Di heman çarçoveyê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê ku tev li civînê bûn, metirsî û xwestekên xwe anîn ziman û banga gavavêtinê li desthilatê-dewletê kirin.

‘Bila dewlet gavan biavêje’

Dayika Aştiyê Belgîn Polat bal kişand ser têkoşîna Kurdan ya aştiyê û diyar kir ku gelê Kurd her tim aştîxwaz bûye û got ku hemû gavên ku ew diavêjin ji bo aştiyê ne. Belgîn Polat destnîşan kir ku ew xwînê, girtinê, kuştinê naxwazin û ev tişt got: “Hêvî dikim di vê pêvajo de ti xapandin û xiyanet nebe. Divê dewletên navneteweyî jî zextan li dewleta Tirk bikin ku dest ji polîtîkayên zextan, xwîn rijandinê, qeyûman, tecrîda li ser Serok û girtiyan berde. Baweriya me bi hêza me heye, bila dewleta Tirk jî gavekê biavêje. Ji xwe me gava xwe avêtiye, serkeftin ji bo me hemûyan.”

‘Em aştiyeke birûmet dixwazin’

Dayika Aştiyê Emîne Atak jî anî ziman ku nêzîkatî û kirinên desthilatê-dewletê bawerî nade wê û got ku baweriya wan bi dewletê nayê. Emîne Atak bi lêv kir ku ew heta vê kêliyê jî bi hêza xwe hatine û wiha got: “Em her dem aştixwaz bûn û me destê aştiyê her dem dirêj kiriye. Em dayikên aştiyê ne û çi deşt û dol nemane ku me lê banga aştiyê nekiriye. Lê mixabin wan hertim şer û xwîn xwestiye, hemû cîhan vê yekê dibîne lê kerr û lal in. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Heke ew jî aştiyê bixwazin, bila ewilî tecrîda li ser Serok rakin. Heta tecrîd ranebe û Serok neyê berdan ti aştî çênabe. Baweriya me tenê bi Serok û hêza me ku heta niha pêşkêşî kiriye û Kurd li ser pêyan girtine, tê. Bi salan e Kurd tên xapandin, lê êdî em hişyar bûn e. Em ne kurdên berê ne. Ji aliyekê şer, bombebaran, çekên kîmyewî û ji aliyekê ve jî dibêjin ‘Bila Ocalan bê meclisê’. Ka aştî? Hêvî dikim çêbibe.”

‘Em ê yekitiya xwe berfirehtir bikin’

Dayika Aştiyê Mehsîma Yaşar jî bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û da zanîn ku ji van hevdîtinan kêfxweş in. Mehsîma Yaşar anî ziman ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan û gelê wan heye û got ku gelê Kurd her tim aştîxwaz bûye. Mehsîma Yaşar diyar kir ku divê dewlet jî destê wan ê aştiyê bigire û got: “Ev sed sal in me dixapînin, lê vê carê baweriya me ji me heye û em careke din nayên xapandin. Keda me ya dayikên kezebşewat, hêza me û girtiyên me gelek destkeftî bi xwe re anîn. Me Kurdan yekitiya xwe çêkiriye û em ê hê jî berfirehtir bikin. Baweriya me bi hêza me heye û divê dijminên me jî vê yekê baş bizanin. Divê her kes jî destê aştiyê bigire û heke em Kurd yek bin, em ê her tiştî ava bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanDayikên AştiyêGever
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne