• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê tevî êşa kişandine jî di aştiyê de bi israr in

8 HEZÎRAN 2025 - 18:16
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Dayikan Aştiyê diyar kirin ku dê ji bo aştiya civakî bixebitin û xwestin ku her kes di nava pêvajoyê de cih bigire. Her wiha gotin tevî êşan jî ew di aştiyê de bi israr in.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo daxwaza aştiyê li Qada Tunelê ya Taksîmê civiyan û xwestin ku ber bi Qada Galatasaray ve bimeşin. Polîsan destûr neda meşa dayikan. Ji bo şermezarkirinê dayikan, çepik lêdan, lîrandin û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Dayikên aştiyê dixwazin”, “Bijî berxwedana dayikan” ve çalakiya rûniştinê lidarxistin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê pêk hat. Di daxuyaniyê de parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê Çîçek Otlû, Hevseroka DEM Partî ya Bajarê Stenbolê Arîfe Çinar, Komeleya Wexta Jina, Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), Meclisa Jinan a DEM Partiyê, Tevgera Jina Azad (TJA) beşdar bû.

Çîçek Otlû li hember astengkirina meşê bertek nişan da û destnîşan kir ku dê nikaribin Dayikên Aştiyê krimînalîze bikin û Otlû wiha got: “Em li benda gavekî ne, li Meclisê aştî tê axaftin, lê li vir destur nayê dayîn ji bo em gavekî biavêjin.”

‘Wext ne wexta bêdengiyê ye’

Piştre Dayika Aştiyê Rewşan Doner daxuyanî da û diyar kir ku şerê bi salan e berdewam dike û polîtîkayên înkarê di civakê de bûye sedema êşên mezin, xizaniyê û koçkirinê. Rewşan Doner wiha axivî: “Em di aştiyê de bi israr in. Wext ne wexta bêdengiyê ye, em dayik divê em biaxivin. Lewre me xizmên xwe winda kirî, xizmên me girtî ne em dixwazin ku dayikên dîtir negirîn. Em dixwazin ku êdî kezeb neşewitin.”

Rewşan Doner bangî dayikên leşkerên di şer de canê xwe ji dest dane kir û wiha got: “Werin em destên hevudin bigrin bila êdî tu dayik xemgîn nebe, êşa mirina zarokên xwe nejîn. Me emrê xwe daye ji bo aştiyê ger careke dîtir em bihatana dinyayê dê me yê dîsa emrê xwe bida ser aştiyê. Em heta dawiyê bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê re ne, ger hewce be ji bo daxwaziyên me em ê derî bi derî bigerin û em ê ji bo aştiya civakî bixebitin.”

Dayik di aştiyê de bi israr in

Rewşan Doner destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsiyariya mezin dikeve para partiyên siyasî û wiha rave kir: “Di vê pêvajoyê de divê partiyên siyasî ji bo civakê pêşengiyê bikin. Bila xwe bighînin hemû kesên xwedî wicdan ên di civakê de. Em bangî jinan, ciwanan, rewşenbîran, rojanamegeran û hemû kesên ku dikarin bibin deng ji bo aştiya civakê dikin. Werin em bi hevre em mil bidin aştiyê, em destên kesên ji bo aştiyê dixebitin xurt bikin. Dê aştî di nava destê me de mezin bibe. Em wek Dayikên Aştiyê, di nava êşên giran re derbas bubin jî, ne bi kînê em bi hezkirinê ve diaxivin. Lewre axaftina ji bo aştiyê, meşa ji bo aştişyê, israra di aştiyê de perçeyek ji dayikbûna me ye.”

Rewşen Doner, daxwazên xwe wiha rêz kir:

* Gavên ji bo aştiyê divê şênber bên avêtin.

* Divê girtiyên nêxweş û siyasetmedarên di girtîgehan de serbest bên berdan.

* Divê zimanê aştiyê bê bikaranîn.

* Divê emû partiyên siyasî ji bo aştiyê mercên hevpar avabikin.

Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.

Etîket: aştîçareserîdatikTaksîm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

13 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne