• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn

Stenbol / AW

19 NÎSAN 2025 - 14:50
Kategorî: ROJANE
A A

Stenbol – Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Nurettîn Yedîgol ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hatin gel hev û wiha gotin: “Îşkence ji damezrandina komarê vir ve bûye polîtîkaya dewletê. Têkoşîna me ya ji bo windayan wê bidome.”

Dayikên /Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya Hezar û 47’an li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û qurnefîlên di destên wan de li Qada Galatasarayê kom bûn, aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 12’ê Nîsana 1981an de li Îdealtepe di serdegirtina malekê de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma windayan Besna Tosun ve hat xwendin.

Besna Tosûn got: “Li dijî binpêkirinên li hemberî Nurettîn Yedîgol ê di bin çavan de hat windakirin û Malbata Yedîgol a ku 44 sal in mafê wê yê gihandina heqîqet û edaletê tê binpêkirin, em hatin gel hev.” Besna Tosûn, anî ziman ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê der barê Nurettîn Yedîgol ê li Erzînganê ji dayik bûye de biryara girtinê hatiye dayîn û diyar kir ku di 12’ê Nîsana 1981’an de li Îdealtepeyê di serdegirtina malekê de hatiye binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin.”

Besna Tosûn diyar kir ku tevî serlêdanên sûc ên bi israr ên malbata Nurettîn Yedîgol jî ti encam bi dest nexistiye û got ku di 3 lêpirsînên cuda yên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tên meşandin de, ji ber bêhiqûqiyê biryara neşopandinê hatiye dayîn. Dayik û bavê Nurettîn Yedîgol bi salan têkoşîna hiqûqê dan lê bi ser neketin û îro jî em di bedêla wan de hiqûqa gerdûnî diparêzin.”

Pişt re Eren Keskîn mafê axaftinê girt û wiha got: “Wê demê ji bo hemû kesên ji mal, kar û kolanan hatin binçavkirin û hatin windakirin her kes di baweriya ku dosyayek wan heye de bûn. Ji ber ku zarokên wan hatibûn windakirin. Difikirîn ku dê dozger teqez vê yekê bişopîne. Lê belê dosyayek jî nehat ronîkirin.

Li Tirkiyeyê ji damezrandina komarê heta niha îşkence polîtîkaya dewletê ye. Ev dewlet ji bo îşkence, windakirinên bi zorê û kuştinê bi awayekî sîstematîk qanûnên sinorkirinê bi kar tîne. Di nava 20 salan de hemû dosya tên girtin. Dewlet ji jiyana her kesî berpirsiyar e, lê qanûnek sînordar heye. Têkoşîna me hem ji bo Nurettîn Yedîgol û hem jî ji bo hemû windayan wê bidome.”

Çalakî piştî qurnefîl li qadê hatin danîn bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeHefteya 1047ÎHDStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne