• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Divê pêşî Kurtulmuş lêborînê ji me bixwaze

Bilal Guldem – Esra Polat / AW

18 COTMEH 2025 - 14:19
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Dayikên Aştiyê Nezahat Teke û Hava Kiran têkildarî axaftina bi Kurdî ya Numan Kurtulmuş a li Amedê diyar kirin ku ew dixwazin ku Kurtulmuş demildest ji ber astengkirina zimanê wan a li Komîsyonê lêborînê bixwaze û beriya her tiştî astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin.

Dayikên Aştiyê Nezahat Teke û Hava Kiran ku li Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî axaftina wan a bi Kurdî hatibû astengkirin, têkildarî axaftina bi Kurdî a Serokê Meclîsê û Serokê KOmîsyonê Numan Kurtulmuş ku duh li Amedê risteyek bi Kurdî xwendibû û pesnê Kurdî dabû, axivîn.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê Nezahat Teke û Hava Kiran ên ku beşdarî Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3yemîn bûn ji Ajansa Welat re axivîn û destnîşan kirin ku beriya her tiştî divê Numan Kurtulmuş li Amedê lêborînê ji Dayikên Aştiyê bixwesta.

‘Helbestan nexwîne, ewilî astengiyan rake’

Dayika Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku dema ew ji Amedê çûn Komîsyonê û heke Numan Kurtulmuş bihişta ew li Komîsyonê bi Kurdî biaxiviyan, wê wî li wir pîroz bikira û got: “Me yê bigota vaye dewlet gavekî diavêje.” Nezahat Teke bi bîr xist ku gelek serokwezîr, wezîr, serokkomar hatin Amedê û gotin ‘Rêya aştiyê di Amedê re derbas dibe, Kurd hene û Kurdî heye’ lê yek jî sozên xwe bicih neanîn û wiha got: “Ew (Numan Kurtulmuş) îro li Amedê helbestan jî bixwîne û bi Kurdî jî biaxive ji bo me pûç e. Çimkî wî zimanê dayikê li Meclîsê qut kir. Ziman zimanê dayikê ye. Hê jî bi zimanê şer diaxivin. Şîrê herî helal şîrê dayikên Kurdan e. Ji wan re şîrê dayika wan helal e, weka ku ji me re ne helal be. Bila biborînin bila beriya her tiştî ziman diyarî dayikan bikin. Li dijî zimanan nîn in, her ziman pîroz in. Lê cihê ku zimanê min lê hebe, hemû ziman pîroz in.”

‘Divê lêborînê bixwaze’

Nezahat Teke destnîşan kir ku divê Kurtulmuş lêborînê bixwaze û wiha axivî: “Divê Numan Kurtulmuş ewilî ji me lêborînê bixwaze. Pêvajoya ku zimanê min têde tune be, ne pêvajo ye. Eger zimanê min tine be, nasnameya min tine ye, eger zimanê min asteng bikin hebûna min nayê nasîn. Ez wan dawetî samîmiyetê dikim.”

‘Çima qey zimanê wan tenê helal e’

Dayika Aştiyê Hava Kiran destnîşan kir ku heke zimanê wan li wan wekî şîrê dayika wan helal be, lê nexwê zimanê Kurdî çima asteng e û ne helal e. Hava Kiran diyar kir ku mafê dayikan e ku bi zimanê xwe biaxivin û got: “Çimkî em bi lorîk, rabûn û rûniştinên dayikên xwe mezin bûn. Helbet em ê bi Kurdî biaxivin.”

‘Divê Numan Kurtulmuş lêborînê ji dayikan bixwaze’

Hava Kiran da zanîn ku Serokê Meclîsê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş hem li Meclîsê zimanê wan asteng dike hem jî tê bajarê Amedê li ser zimanê Kurdî diaxive û got: “Dibêje ‘zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e’ lê ev gotin nakokî ye û nemerdî ye. Komîsyonê nehişt em çar gotinên bi Kurdî bikin. Ji bo çar peyvên min xal hatin danîn. Lê duh hatiye Amedê qala girîngiya ziman dike. Numan Kurtulmuş mecbûre ewilî wê nakokiyê ji serê xwe derxe û demildest lêborînê ji dayikan bixwaze. Ku bên li Amedê bi zimanekî din biaxivin û biçin li Enqereyê jî bi zimanekî din biaxivin, ev ne zimanê aştiyê. Ev zimanê nakokiyê ye.”

Etîket: Havva KiranKonferansa Dayikên AştiyêLêborîn xwestinNezahat TekeNuman Kurtulmuş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Kurtulmuş û Çîftçî bi 81 Walî re civîn li dar xistin

Kurtulmuş û Çîftçî bi 81 Walî re civîn li dar xistin

12 TEBAX 2026
Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

12 TEBAX 2026
Numan Kurtulmuş: Qanûna çarçoveyî dê hefteya pêş were meclisê

Numan Kurtulmuş: Qanûna çarçoveyî dê hefteya pêş were meclisê

1 TEBAX 2026
Numan Kurtulmuş tekildarî qanûna çarçoveyî bi AKPê re civiya

Numan Kurtulmuş tekildarî qanûna çarçoveyî bi AKPê re civiya

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne