• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DADSAZ hewl dide termînolojiya têgehên hiqûqî biafirîne

Bazîd Evren / AW

7 COTMEH 2025 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – DADSAZ ku bi armanca pêşvebirina lîteratûr û termên hiqûqê hatiye damezrandin, her hefte roja Çarşemê li avahiya xwe “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” li dar dixe û armanc dike ku bingeheke termînolojiya têgehên hiqûqî yên Kurdî çêbibe.

Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) ku li Wanê bi armanca pêşvebirina lîteratûr û termên hiqûqê hatiye damezrandin, her hefte bi bernameya “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” hewl dide termên hiqûqê di nava jiyana rojane de jî belav bike. DADSAZ, her hefte roja Çarşemê li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi mijarên cuda yên hiqûqê û tevlibûna parêzeran nîqaşan dimeşîne û armanc dike ku term û lîteratûra hiqûqa Kurdî pêş ve bibe. Her hefte parêzerek li ser mijarekê lêkolîn dike û di roja civînê de jî civatê digerîne. Parêzerên ku tev li civînê dibin, li ser mijarê agahî û zanyariyên xwe vedibêjin û mijarên nehatî fêmkirin jî ji hev dipirsin.

‘Armanc standardîzasyona termînolojiya hiqûqa Kurdî ye’

Hevserokê DADSAZê Sîpan Gokhan derbarê bernameya “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” de axivî û da zanîn ku sazî, dezgeh, fakulte, zanîngehên Kurdan nîn in ku pratîka hiqûqa Kurdî bikin. Sîpan Gokhan anî ziman ku wan piştî çend salên perwerdehiya hiqûqê hewl dane ku wan têgeh û mijarên hiqûqê li ser maseyekê nîqaş bikin. Sîpan Gokhan destnîşan kir ku ew hewl didin têgehên ku hînbûne bi kar bînin da ku ji bo standardîzasyona termînolojiya hiqûqa Kurdî bingehekî xwe çêbibe û got: “Ya din jî em dixwazin weke jargonekê hiqûqî jî di nava me de pêşbikeve. Bi vê armancê me gava Maseya Niqaşên Hiqûqî avêt.”

‘Di qanûnên desthilatan de ji bo Kurdan ti tişt nehatiye nivîsîn’

Sîpan Gokhan da zanîn ku ew weke komele biryara mijarên nîqaşan didin û anî ziman ku ew di diyarkirina mijarên nîqaşê de nakokiyên hiqûqî yên rojane jî li ber çavan digirin. Sîpan Gokhan bi domdarî wiha got: “Weke mînaq me li ser mijara mafên jinan nîqaşek meşand, li ser mijara ziyan û qerebû ku di hiqûqa girêbestan de gelek girîng in, jî me nîqaş kir. Dema em li dîrokê dinêrin di nava me Kurdan de deqên nivîskî gelekî kêm in. Hema bibêje ji aliyê hiqûqê ve tiştekî nivîskî nîne. Kurd hêj jî gava bazirganiyekê dikin, bi devkî girêbestan çêdikin. Lewma di vî alî de gelek kêmasiyên me Kurdan hene ku bi nivîskî nehatiye mîsogerkirin. Ji ber vê yekê di qanûnên desthilatên Kurdan de ji bo mafê Kurdan ti tişt nehatiye nivîsîn.”

‘Di mijaran de hiqûqên serdestên Kurdan û yên navneteweyî li ber çav digirin’

Sîpan Gokhan destnîşan kir ku “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” bernameya yekemîn a DADSAZê ye û di nava parêzeran de jî gelek eleqeyê dibîne. Sîpan Gokhan diyar kir ku ev nîqaş tenê rûbirû nayê kirin û wiha pê de çû: “Bi ser Zoomê jî tê parvekirin û hiqûqnas û parêzerên Kurd ên hemû cîhanê dikarin tev li bibin. Ji xwe yek jî armanca DADSAZê standardîzasyona termînolojiya hiqûqa Kurdî ye û ji ber vê çendê dê bernameyên me bidomin. Mijara vê hefteyê jî delîl û delîlên sizayî (cezayî) ne û dê hevseroka me Zeynep Kûtlûk pêşkêş bike û civatê bigerîne. Parêzerên beşdar dibin jî ne pasîf in, bi awayekî aktîf tev li nîqaşan dibin û fikir û ramanên xwe dibêjin. Ne tenê hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê, em di mijarên xwe de hemû hiqûqên serdestên Kurdan û navneteweyî li ber çav digirin. Di zanîngehan de kîjan mijar tên hînkirin û nîqaşkirin, li DADSAZê jî heman mijar tên nîqaşkirin. Her wiha em nakokiyên rojane jî li ber çawan digirin û nîqaş dikin.”

‘Divê parêzerên Kurd tev li DADSAZê bibin’

Sîpan Gokhan di dawiya axaftina xwe de bang li parêzerên Kurd kir û ev tişt got: “Navneda DADSAZê Wan e, lê belê bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê, bajarên din jî endamên me hene. Parêzerên ku meraq û motîvasyona wan ji bo hiqûqa Kurdî hebe, me divêt xwe bigihînin me. Li ser rûpelên me yên medyaya dîjîtal û gelek rêbazên din dikarin xwe bigihînin me. Ji aliyê têgehan ve hiqûqa Kurdî gelekî berfireh e û têgehên Kurdî ji yên Tirkî zêdetir in. Ankû zimanê Kurdî têra hiqûqê dike û tenê divê em pêşve bibin. Lewma divê parêzerên me yên Kurd bên tev li DADSAZê bibin û xebatên me mezintir bikin.”

‘Li Rojhilata Navîn Kurd weke terorîst tên pênasekirin’

Endam û rêveberê DADSAZê parêzer Kadîr Kûtevî ku di hefteya borî de civatger ango pêşkêşvanê “Maseya Nîqaşên Hiqûqê” bû, anî ziman ku wan di pêvajoya avakirina DADSAZê de her parêzerekê/î ji xwe re mijarek lêkolînê jê girtiye. Kadîr Kûtevî diyar kir ku wî jî mijara tawanên sizayî yên li dijî dewletê ku ji bo Kurdan mijareke gelek girîng e, jê girtiye û got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Kurd gelek caran weke ‘terorîst’ tên pênasekirin, lewma min di mijara xwe ya nîqaşê de li ser ‘Kurd çawa tên darizandin, bi kîjan xalê tên darizandin, kîjan xal hatiye guherîn, rewşa Kurdan û PKKê ya di hiqûqa Rojhilata Navîn û navneteweyî de çiye hwd.’ civat gerand.”

‘Em dixwazin her Kurdek bê van civînên me temaşe bike’

Kadîr Kûtevî anî ziman ku Kurdî weke behrê ye û ew niha karekî dîrokî dikin. Kadîr Kûtevî bi lêv kir ku ew gelek sûdekî mezin ji karûbarên DADSAZê digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû civînên me bi kêfxweşiyeke mezin derbas dibe. Em dixwazin her Kurdek bê van civînên me temaşe bike û sûdê jê bigire. Me dest bi vê xebatê kirî heta niha, em her herfte li ser mijarekê diaxivin û nîqaşan dikin. Di destpêkê de hinekî tirsa me hebû. Me digot ku hiqûqa Kurdî tiştekî zanistî ye û dibe ku zehmet derbas bibe, lê belê gelekî hêsan e. Hêviya me ew e ku em rojekê hiqûqa xwe bi zimanê xwe pêk bînin.”

Etîket: DADSAZKurdîMaseya Nîqaşên Hiqûqîtermên hiqûqê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne