• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dadgehê bersûcê destdirêjiyê Burak Ercan beraet kir

Şirnex / AW

20 MIJDAR 2025 - 13:06
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê carek din Burak Ercan ê ku destdirêjiyê li ser 38 zarokan kiribû, beraet kir.

Danişîna duyemîn a destdirêjiya li ser 38 zarokan ku ji aliyê Alîkarê Gerînendeyê Dibistana Navîn a Anadolûyê ya Cizîrê Burak Ercan ku cezayê lê hatibû birîn û hatibû xerakirin li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê pêk hat. Gelek rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û parêzer tev li danişînê bûn. Bersûc Burak Ercan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.

Piştî danişînê dest pê kir ewilî dozger axivî û got: “Ji ber ku delîl nehatine komkirin û sûc bi awayek rast e rast pêk nehatiye em beraetê dixwazin.”

Piştre bersûc Burak Ercan axivî û diyar kir ku di ser buyerê re gelek dem derbas bûye û delîl nehatine komkirin û îdia kir ku sûcê li ser wî ner rast e û xwest were beraetkirin.

Parêzerê dozê Rojhat Dîlsîz axivî û got: “Em ji ber mutalaya dozger a beraetê dixwazin danişîn were taloqkirin.”

Li ser daxwaza parêzer Rojhat Dîlsîz heyeta dadgehê daxwaza taloqirina dozê red kir.

‘Em dev ji vê dozê bernadin’ 

Parêzer Rojhat Dîlsiz axaftina xwe wiha domand: “Em vê dozê dişopînin û vê dozê dizanin. Niha li ber deriyê adliyeyê ew qas ewlehî hatiye stendin. Ez ji 2019an ve vê dozê dişopînim. Li ser evqas gilî û dozan Burak Ercan tenê rojekê nehatiye binçavkirin. Îdeanameya hatiye amadekirin ji bo parastina Bûrak Ercan hatiye amadekirin. Di vî welatî de polîtîkayek bêcezatiyê heye. Bila Burak Ercan bizane em dev ji vê dozê bernadin û em ê heya dadgehên herî bilind vê dozê bibin. Em baş dizanin weke gelek dozên din, ev doz jî dê li Dadgeha Qanûna Bingehîn were betalkirin.”

Parêzer Sînan Guzel jî got: “Ji destpêka dozê heya niha ji bo delîl werin komkirin gav nehatine avêtin. Daxwaza me ew ku biryar li vê dozê neyê danîn û ji bo hemû aliyên dozê werin zelalkirin doz were taloqkirin.”

Tevî parastin û nerazîbûna parêzeran jî heyeta dadgehê navber da danişînê û piştî navberê derbarê Burak Ercan de biryaraya beraetê da.

Piştî biryara dadgehê kesên tevli danişînê bûne bertek nîşanî biryarê dan û gotin carek din edalet hatiye tunekirin.

Çi bûbû?

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Alîkarê Gerînendeyê Dibistana Navîn a Anadolûyê Bûrak Ercan destdirêjî li ser 38 zarokan pêk anîbû û piştî bûyer derket holê Burak Ercan demeke dirêj nehat darizandin. Piştî darizandina li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê 3 sal û 9 meh ceza li Burak Ercan hat birîn. Li ser îtîraza parêzerê Burak Ercan Dadgeha Herêmî ya Amedê cezayê hatiye birîn xera kir û carek din doz li Cizîrê pêk hat. Piştî xerabkirina cezayê Burak Ercan, Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê ji bo Burak Ercan were cezakirin 5 hefteyan çalakiya nobetê edaletê li dar xist.

Etîket: Burak Ercandestdirêjî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

19 TEBAX 2026
PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve   Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve
Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

10 TÎRMEH 2026
Li Sêwregê meşa dijî destdirêjiyê: Em bêdeng namînin, îtaat nakin

Li Sêwregê meşa dijî destdirêjiyê: Em bêdeng namînin, îtaat nakin

8 TÎRMEH 2026
‘Wezareta Dadê dosyeyên bûyera Epsteinê yên Trump veşartine’

‘Wezareta Dadê dosyeyên bûyera Epsteinê yên Trump veşartine’

26 SIBAT 2026
Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

15 MIJDAR 2025
Tecawizkar Barkin reviya başûrê Kurdistanê

Tecawizkar Barkin reviya başûrê Kurdistanê

19 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne