• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dadgehê 19 sal 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî

Navenda Nûçeyan/ AW

19 HEZÎRAN 2026 - 13:59
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Cezayê girtîgehê yê ku berê li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê hatibû birîn. Dadgeha Bilind cezayê hatibû betalkirin careke din nû kir û 19 sal û 6 meh ceza li Gokkanê birî û biryara berdewamiya girtinê da.

5emîn danişîna doza Ayşe Gokkanê piştî ku Dadgeha Bilind biryara ceza xera kir, li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Gokkan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Berfin Lütfiye Gokkan, Muharrem Şahîn, Ozum Vurgun û gelek nûnerên saziyên jinan di danişînê de amade bûn.

Dozgeriyê daxwaza tehliyeyê kir

Di danişînê de, dozgerî mutalaaya xwe pêşkêş kir. Dozgeriyê xwest ku Gokkan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” du caran were cezakirin, lê belê ji ber wextê girtina wê, daxwaza berdanê kir.

Gokkan: ‘Felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê’ tê darizandin

Ayşe Gokkan li dijî mütalaayê bi kurdî parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew jineke Kurd û Kurdistanî ye û ji ber vê nasnameyê tê darizandin. Gokkan di parastina xwe de weha got: “Heke ez ji ber Kurdbûna xwe bêm darizandin, divê hemû civak were darizandin. Ez ji ber têkoşîna azadiya jinê û gelê Kurd li vir im. Ez li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têm darizandin. Min hîç çalakiyeke derqanûnî nekiriye; dadgeh li ser bingehê fezlekeyên derewîn ên polîsan dozê dimeşîne. Têkoşîna min a li dijî hişmendiya DAIŞê, ji bo azadiya jin û zarokan e. Bi TJAyê re serê min bilind e û rûyê min li pêşberî civakê spî ye.”

Parêzeran bal kişandin ser bêhiquqiyê

Parêzerên Gokkanê diyar kirin ku dadgehkirin ne adil e û tespîtên emniyetê bi awayekî kor fêmkirî hatine qebûlkirin. Parêzeran destnîşan kir ku daxwazên wan ên lêkolînkirina şahidên veşartî hatine redkirin, muwekîla wan di girtîgehê de 3 caran ameliyatê derbas kiriye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene. Parêzeran destnîşan kir ku tirs û şopên revê tunene û daxwaza beraet û tehliyeyê kir.

Cezayê giran derket

Piştî navberdayînê, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayek 12 sal û yê din 7 sal û 6 meh û bi giştî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Ayşe Gokkanê birî. Her wiha biryar hate dayîn ku girtina wê berdewam bike.

Etîket: 19 sal û 6 mehAyşe GokkanBerdevka TJAyê ya berêcezakirinDadgeha Bilind
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgeha Bilind beraeta doza Furkan û Muhammed xira kir

Dadgeha Bilind beraeta doza Furkan û Muhammed xira kir

31 TEBAX 2026
Werîşe Muradî: Jin, Jîyan, Azadî ravurnê manîfestoyê azadîye

Werîşe Muradî carek din hat cezakirin

15 TÎRMEH 2026
Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

13 TÎRMEH 2026
Cezaya Ayşe Gokkan ameye betalkerdene

Ayşe Gokkan: Piştgirî hêza me ya herî mezin e

3 TÎRMEH 2026
Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

26 HEZÎRAN 2026
DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne