Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bi hinceta tev li dadgehê nebû, rejîma Îranê cezayê qedexeya peywendiya telefonê û hevdîtina malbatê lê birî.
Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê eşkere kir ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin, bi fermana dadwer Ebulqasim Selewatî, mafê telefon û hevdîtina bi malbatê re lê hatiye astengkirin.
Hat zanîn ku ceza bi hinceta di roj berê Werîşe Muradî tev li runiştina dadgehê nebûye, lê hatiye birîn. Beriya niha jî gelek caran bi hinceta piştgirî daye pêngava ‘Ji sêşemên darvekirinê re na’ Werîşe Mûradî hatiye cezakirin.
Hêjayî gotinê ye Werîşe Muradî ji aliyê 15emîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa ‘endamtiya PJAKê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştre jî ev ceza ji aliyê 9emîn Dîwana Bilind a Îranê ve ji ber kêmaniyên di dosya lêkolînê de, hat redkirin û dubare ji bo 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat şandin.













