• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civînên Şandeya Îmraliyê ya li Başûr bi dawî bûn: Aktorên Kurd dê bi rolekî dîrokî rabin

Silêmanî / AW

18 SIBAT 2025 - 13:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana gora Celal Talabanî kir û daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku hemû aktorên Kurd dê di vê pêvajoyê de bi rolekî dîrokî rabin û got: “Gelê Kurd dê bi pêşengtiya rêzdar Ocalan destkeftiyên mezin bi dest bixe.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdanên xwe yên li Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê dabû destpêkirin, îro li Silêmaniyê domand. Şandeyê îro li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikumeta Demkî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re civîn li dar xist.

Şandeyê piştî civînê serdana gora Celal Talabanî kir û daxuyanî da.

‘Kurd wê bi rola dîrokî rabin’

Li ser navê şandeyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî.

Axaftina Bayindir bi vî rengî ye:

“Me peyamên birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Qubad Talabanî. Me nêzî saetek û nîvan hevdîtineke girîng kir. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya navxweyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş kir. Me dît ku Mam Celal ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha bi rolek girîng rabûbû, îro jî birêz Bafil û Qubad Talabanî jî bi heman rolê radibin. Wê aktorên Kurd di vê pêvajoyê de bi roleke dîrokî rabin, em ji vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwesteke bi vî rengî ne. Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin, hemû aktorên Kurdan îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku bi dilxweşî, wê bi biratî bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.

Kurd dê bi pêşengiya rêzdar Ocalan deskeftiyên mezin bi dest bixin

Di rojeva gelê Kurd de li Rojava, li Başûr li Rojhilat gelekî alozî jî hene. Lê belê hêvî û bendewariyên me yên mezin jî ji bo serkeftinê ji bo milletê Kurd hene. Îro li ser bingeha yekitiyê, li ser yekitiyê hemû aktor û hêzên Kurdan sê roj in em li başûrê Kurdistanê bi aktorên Kurd re hevdîtinan dikin. Hemû aktor tiştekî dibêjin; çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya rêzdar Ocalan dê hemû Kurd destkeftiyên mezin bi dest bixin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya rêzdar Ocalan em bi rêzdar Ocalan bi înîsiyatîfa wî û hêza wî bawer in û em bi hemû heza xwe çi ji destê me were ji bo çareserî bi pêş bikeve em li gel rêzdar Ocalan in, li gel hêz û înîsiyatîfa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe em dikarin ji gelê xwe re ji hemû dinyayê re ji cîhanê re parve bikin; Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hîzbên Kurdan ji bo aştiyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparêz in, bipêş bixin helwesta yekitiyê heye. Ev ji bo gelê me ji bo gelê Kurdistan hêviyeke pir mezin e.

Em piştgiriya hemû hizbên Başûr dixwazin

Ya duyemîn; me xwest em bi hemû hizbên siyasî re dîdariyê bikin. Lê bes derfetên me tunebûn em bi hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan re nekir, li ser navê şandeyê em lêborînê ji wan dixwazin. Bila bizanibin rêzdar Ocalan qedir û qîmeteke herî mezin dide her ferdekî. Em silavên rêzdar Ocalan ji bo hizbên siyasî yên başûre Kurdistanê ku me dîdarî li gel wan nekiriye em silavên Ocalan ji wan re rêdikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku proseya ku rêzdar Ocalan dixwaze bi pêş bixe hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştgiriya wan dixwazin.

Şande dê vegere Tirkiyeyê

Bi kurtasî em dîsa silavên xwe, dilsozî û dilgermiya xwe ji bo şandeya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê dikin, bi taybetî jî ji bo serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talabanî dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silêmaniyeyê bi dawî dike.

Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me dê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyar e lê di pêşerojê de şandeya me dê der barê van hemû hevdîtinan de ji raya giştî re, ji gelê me re daxuyaniyeke bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin.

Her wiha şandeya me serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed jî kir û em ji vê serdanê gelek kêfxweş in.”

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîŞandeya ÎmraliyêYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne