• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çima êrişî Qada Gazê ya Xor Morê dikin?

Navenda Nûçeyan / AW

30 MIJDAR 2025 - 18:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di 27ê Mijdarê de bi diron û muşekan êrîşî Qada Gazê ya Xor Morê kirin. Heya niha 10 caran êrişî Qada Gazê ya Xor Morê hatiye kirin, dema ev qad ji bo Herêmê weke alternatîfek cihê Îranê tê behskirin, êriş ser çêdibe.

Şeva 27ê Mijdarê saet di 11:30an de bi dron û muşekê êrişî Qada Gazê ya Xor Morê ya navçeya Çemçemalê kirin. Agir bi yek ji depoyên sereke yên gazê ket. Di êrişê de ti ziyanên canî çênebûn. Lê ziyanek mezin a madî gihişt santralê. Şev û roj elektrîka bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bi gaza wê santralê tê hilberîn. Ji ber êrîşê elektrîka tevayî Herêma Kurdistanê qut bû û dîsa hat. Elektrîka Herêmê ji 4 hezar megawatan daket hezar megawatan. Ev bû sedem ku elektrîka 24 saetî daket 5 saetan.

Li Qada Gazê ya Kormorê, gaza LPG ku hem ji bo malan hem jî ji bo elektrîka 24 saetî tê karanîn, tê hilberandin. Ji bilî Herêma Kurdistanê elektrîka ku ji bo hin bajarên Iraqê jî dihat dayîn qut bû ku hezar û 700 megawate. Piştî 10 saetan şewata ku li santralê derketibû, hate vemirandin lê hîna jî elektrîk nevegeraye ser rewşa xwe ya asayî.

Di nava sê salên borî de ev 10emîn care êrişî ser Qada Gazê ya Kormor tê kirin. Di sala 2022yan de 5 caran, di sala 2023yan de carek, di sala 2024an de 2 car û di sala 2025an de jî 2 car êriş li ser çêbûne. Di êrişa sala 2024an de 4 kesên biyanî hatin kuştin. Lê di êrişên din de tenê ziyanên madî çêbûn.

Piştî êrişê hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîka û hevpeymanan kir ku sîstema parastina muşekan bide Herêma Kurdistanê daku xwe pê biparêze. Deshilat û berpirsên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku ev êriş ji aliyê komên çekdar ên li dervey dewleta Iraqê ne, hatiye kirin. Gotin divê ev komên çekdar werin kontrolkirin û çekên di destên wan de ne bikevin di jêr destê dewletê de.

Berpirsê karûbarê balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê jî di daxuyaniyek de ragihand ku pêwîste sîstema parastinê li Herêma Kurdistanê were bihêzkirin daku rê li dubarebûna van êrişan were girtin.

Balyozxaneya Ingilîstanê ya li Herêma Kurdistanê jî ji ber êrişê fikarên xwe anîn ziman û daxwaz kir ku di derbarê aliyên ku êriş pêkanîne de lêpirsîn were kirin.

Li aliyê din Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî êriş bi tûndî şermezar kir û ragihand ev êrişeke li dijî hemû Iraqê, kesên ev êriş kirine divê werin girtin, dadgehkirin û cezakirin.

Bi fermana Sûdanî, bi lezûbez komîsyonek a lêkolînê ku ji wezîrê karên hindir, serokê îstixbarata Iraqê, wezîrê neftê û wezîrê karên hindir yê Herêmê Rêber Ehmed pêkdihat, hate avakirin û serdana Qada Gazê ya Xor Morê kirin. Biryare komîsyon rapora xwe amade bike û radestî serokwezîr bike û encamên wê ji raya giştî re ragihînin.

Li aliyê din balyozê Îranê yê Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyek de ragihand êriş ji aliyê kêve pêkhatibe nayê qebûlkirin û wek êrişek li dijî aramiya Herêma Kurdistanê pênase kir.

 

Etîket: êrîşGazÎranQada GazêXor Morê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne