• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand

Riha / AW

20 KANÛN 2024 - 10:27
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Riha – Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku li kuçeyên Amedê dest bi xebatên Çapemeniya Azad kir, her tim li ser şoreşa jinan û berxwedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî û bi nûçeyên xwe, pêvajoya ku weke “dîrokî” pênase dikir, ronî kir.

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di encama hedefgirtina dewleta tirk de kedkarên Çapemeniya Azad rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirrînê de bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û Emrûllah Acar bi nûçeya amade kirin, qala rojnamevaniya Cîhan Bîlgînê ya di nava Çapemeniya Azad de kirin.

Li gorî nûçeya MAyê rojnameger Cîhan Bîlgîn di 27’ê Cotmeha sala 1995’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayik bû. Piştî perwerdeyê, di sala 2014an de Çapemeniya Azad nas kir. Weke generala biçûk a Apê Mûsa, li kolanên Amedê dest bi xebatan kir. Cîhan Bîlgîn, belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir. Di sala 2014an di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de beşdarî çalakiya nobetê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Xeyala wê ya herî mezin jî ew bû ku “Şoreşa Jinê” ya piştî rizgarkirina Kobanê bibîne û şahidiya wê bike. Li ser vê yekê, di sala 2016an de di meha Kanûnê de berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) xebatên xwe yên Çapemeniya Azad domand.

Kêlî bi kêlî rastî ji cîhanê re ragihand

Cîhan Bîlgîn, yek ji xwendekarên kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran (Seyît Mahmût Evran) bû. Cîhan Bîlgîn, bi çêkirina her nûçeya xwe bi raya giştî re “heqîqet” parve kir. Ji Qamişloyê heta Hesekê, ji Hesekê heta Şehba û Minbicê, her tim berê kameraya xwe da berxwedêran. Di dema êrişa DAIŞê ya di 20’ê Çileya 2022’yê ya li dijî Girtîgeha Sina ya Hesekê de jî tevî hevalê xwe yê rojnameger Nazim Daştan kêlî bi kêlî rastî ragihand û bû yek ji wan rojnamegeran ku rastiya li wir bi cîhanê re ragihand bû. Cîhan Bîlgîn yek ji wan rojnamegeran bû ku tev li kampanyaya li dijî “êrişên dagirkeriyê” yên li ser Herêma Kurdistana Federe hatibû destpêkirin bû. Cîhan Bîlgîn, ne tenê bi nûçeyên xwe, di heman demê de bi hestiyariya xwe ya li hemberî bûyerên civakî jî her tim ji hevalên xwe re bû mînak.

Berê kameraya xwe da têkoşîna jiyanê ya jinan

Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku berê kameraya xwe da têkoşîna jiyanê ya jinan, çîrokên jinên hatin qetilkirin, binpêkirinên mafan û jinên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, heta kêliya dawiyê jî berxwedana li Minbicê vegot ku rastî êrişa dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê hatibû. Piştî biryara derketina ji bajar a Meclisa Leşkerî ya Minbicê, îcar jî ji bo geşedanên li Tişrînê û Qereqozaqê ragihîne, tevî rojnameger Nazim Daştan berê xwe da herêmê. Dema ji Qereqozaqê ber bi Sirrînê ve diçû, li nêzî bajarokê Sirrînê tevî “agirbesta” di navbera dewleta tirk û HSDê de jî bi SÎHAyên dewleta tirk tevî Nazim Daştan hate qetilkirin.

Nûçeya Cîhan Bîlgîn a dawî ku di ANHAyê de hate weşandin, bi yek ji fermandarên eniya Qereqozaqê Roj Engîzek re hevpeyvîn kiribû. Di nûçeya xwe de berxwedana jinan raxistibû ber çavan.

Ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû

Cîhan Bîlgîn, beriya were qetilkirin têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû. Di nirxandinên xwe de bal kişandibû ser armanca dewleta tirk û koma paramîlîter a ji Turbeya Silêman Şah û wiha gotibû: “Gelên herêmê di encama berxwedaneke mezin de tarîtiya DAIŞê têk bir. Lê belê niha jî dewleta tirk dixwaze heman tarîtiyê bîne ser vê xakê. Divê gelên cîhanê mîna li dijî DAIŞ’ê, niha jî li dijî êrişan dengê xwe derxîne. Pêdiviyeke jiyanî ye ku di avakirina Sûriyeya nû de statûya modêla Rêveberiya Xweser were naskirin.”

Cîhan Bîlgîn, demekî kin beriya were qetilkirin, ji hempîşeyekî xwe re peyama dawî şandibû û wiha gotibû: “Pêvajoyeke dîrokî li benda me ye.” Bi vê peyama xwe bal kişandibû ser girîngiya geşedanên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Cîhan Bîlgîn a li ANHAyê dixebitî, di nava 8 salan de gelek nûçe amade kir. Çendek nûçeyên di demên dawî de çêkirî û deng vedayin wiha ne:

“*https://hawarnews.com/kr/fermandara-eniya-qereqozaq-em-rihe-kobane-ser-dikin

* https://hawarnews.com/kr/pergala-edalete-ya-jinan-a-sorese

* https://hawarnews.com/kr/li-ser-sopa-zenubiyaye-kombuneke-jinan

*https://hawarnews.com/kr/li-hember-tundiye-mertalek-mala-jin

* https://hawarnews.com/kr/ji-fermandare-qsde-nirxandin-u-peyamen-giring

https://hawarnews.com/kr/bi-sedan-nexwes-ji-xizmeta-tenduristiye-bepar-histin”

Etîket: Ajansa MezopotamyayêBakur û Rojhilatê SûriyeyêÇapameniya AzadCîhan BîlginNazim Daştan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

2 COTMEH 2026
Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

20 TEBAX 2026
Derbarê nûçegihana MAyê û 24 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê nûçegihana MAyê û 24 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin

30 TÎRMEH 2026
Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

8 GULAN 2026
Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne