• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em li pey vîna teorîk û pratîk in

5 ÇILE 2025 - 14:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku têkoşîna gelê kurd di dijî plana çokdayînê ya aqilê dewlet û hikûmetê be ser ketiye û got: “Em û gelê kurd li pey vîna birêz Ocalan a teorîk û pratîk in. Ji bo em vê kedê bidin em amade ne em şev û roj bixebitin.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7emîn Kongreya Asayî ku dê di 12ê Kanûnê de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî li dar xist. Civîn, li eywaneke dawetê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li bûn. Li eywana civînê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Deriyên Îmraliyê vekin, bila demokrasî û azadî derkevin pêş”, “Vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e”, “Heke di civakekê de ciwan saxlem bin, pêşeroja wê civakê jî saxlem dibe”, “Netewên ku neteweyên din dieciqînin, azad nabin”, “Li dijî şerê taybet jin, jiyan, azadî”, “Xwe birêxistin bike, îradeya çareseriyê xurt bike”, “Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye” û “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyon hate pêşandan. Di sînevîzyona ku ji xebatên DBPê pêk hatibû û nirxandinek Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk dihat, hat pêşandan. Li salonê ciwanan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ewil axivî û anî ziman ku beriya biçin 7emîn kongreya xwe xwestin bi gelê xwe re bên cem hev û wiha got: “Mijara me ya esasî çareseriya pirsgirêka kurd a demokradîk azadiya Birêz Abdullah Ocalan bû. Em heta astekê bi ser ketin. Bi rojan e di televîzyonan de meseleya kurd û paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye tê niqaşkirin. Em ketin rêyan. Em derî bi derî geriyan. Me bi gelê xwe re ‘Em dikarin çi bikin’ niqaş kir. Eger îro meseleya kurd tê rojevê û tê niqaşkirin ev berhema têkoşîna dayikên me, gelê me ye. Em dibêjin têkoşîna we her dem be. Dê rêya azadiyê her dem vekirî be.

Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku ji plana çokdayînê heta îro, di nexşeya  dewletê û hikûmetê de înkara kurdan û jiholêrakirina rastiya kurdan hebû û wiha axivî: “Bi vê plana çokdayînê xwestin gel ji têkoşînê dûr bixin. Roja em hatine ne plana têkçûnê, vîna gel a têkoşîna azadiyê bi ser ket. Ne plana çokdayînê, têkoşîna gel bi ser ket. Niha vîna ku li Rojava derketiye holê çavê wan li me ye. Navê din ê vîna li rojava xweparastin e. Li Rovaja gelên herêmê, tenê dikarin bi modela Rojava bi nasname, çand, baweriyên xwe bijîn. Ji ber vê yekê zêde êrîşî Rojava dikin. Parastina modela Rojava ji têkoşîna me ne qut e. Polîtîka dewletê ya li dijî çareseriya pirsgirêka kurd îro parçe bûye. Ne pir zor e, eger ji dil û ciddî dixwazin meseleyê çareser bikin, divê muxatab xwedî heman şertên wekhev bin. Yek ji muxatabê sereke û aktorê herî girîng Abdullah Ocalan divê azad bibe. Azadkirina wî êdî ne zor e. Di salên 2013-2015an de li zindanê di şertên bi sînor di bin tecrîdê de ne pêkan bû ku ev mesele li gorî heqîqetê bê niqaşkirin û çareserkirin. Azadiya birêz Abdullah Ocalan êdi pêwis te û ne zor e. Hiqûqa vîwelatî û navneteweyî ferz dike ku êdî âqilê dewletê bê gğuhertin. Navnîşan belî ye. deriyê Îmraliyê vekin û em bi hevre li gorî heq û heqîqetê niqaş bikin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar herî dawî anî ziman ku şîyara wan di pêşengiya vîna teorîk û pratîk de avakirina civaka azad e û wiha lê zêde kir: “Gelê kurd di vê mijarê de bedelên giran dan. Em û gelê kurd li pey vîna birêz Ocalan a teorîk û pratîk in. Ji bo em vê kedê bidin em amade ne em şev û roj bixebitin. Ji vê saetê û şûnde dema em winda bikin tune ye.”

Etîket: Abdullah OcalanÇigdem kiliçgun Uçar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

6 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li Meclisê ne: Serdana Yenî Partiyê hate kirin

Dayikên Aştiyê serdana CHPê kir

3 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne