• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    ‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

    ‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

    ROJEVA 30ê COTMEHA 2026an

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cenazeyê Sîpan Hiznî ji hêla hezaran ve hat definkirin

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 22:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran kesî bi merasîmeke girseyî şehîd Sîpan oxir kir. Di merasîmê de banga hesabpirsînê hat kirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê cenazeyê şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdi Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesek oxir kir. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî. Welîda sersaxî ji malbata şehîd Sîpan re xwest û banga parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin kir.

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso jî qetilkirina Sîpan û bûyerên li Kobanê bi kiryarekî hovane û dûrî mirovahiyê bi nav kir.

Xerîb Hiso anî ziman ku şehîd Sîpan sembola mirovahî û azadiya gelan bû, ji bo parastina gelan û mirovahiyê bi tevahî pêkhate, netewe, olî û baweriyan şerê DAIŞê kir û di dawiyê de bi awayekî hovane hat şehîdxistin.

Hiso di dewama axaftina xwe destnîşan kir ku şehîdxistina Sîpan ne mijareke eşîrtî an takekesî ye, lê di çarçoveya siyaset û kiryarên derve de hat kirin ku şikandina vîna gelên herêmê dikir hedef. Her wiha îşaret pê kir ku Kurd û Ereb bi hev re jiyan û bi hev re Sûriyeyê parastin û şehîd dan.

Xerîb Hiso bûyerên li Kobanê rû dan jî bi “Xeternak” bi nav kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê şewata girtîgeha Kobanê ye ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha da zanîn ku şewat piştî ku hêzên ewlehiya giştî berpirsyariya parastina girtîgeha Kobanê girte ser xwe çêbû.

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso bang li gelên herêmê kir ku li hemberî siyasetên xedir û xiyanetê bisekinin.

Apê şehîd Sîpan, Ehmed Hiso jî di merasîmê de axivî û got, şehîd Sîpan parêzgehê tevahî pêkhateyên gelê xwe. Her wiha bang li gelên Rojava kir ku bi sebir û zanebûn tev bigerin û neyên lîstokên çeteyan ku herêmê ber bi şerekî nû ve araste bike.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd Sîpan bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat definkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

30 COTMEH 2026
Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

30 COTMEH 2026
Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

30 COTMEH 2026
‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

30 COTMEH 2026
Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

30 COTMEH 2026
Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne