• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çelone: Komkirina giha hem zûtir dike hem jî hêsantir

Daristan Pala - Galîp Kirmizigul / AW

24 ÎLON 2026 - 09:46
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Colemêrg – Li herêma Colemêrgê ji bo berhevkirin û hêsankirina texeyên giha amûra bi navê “çelone” tê bikaranîn. Ev amûr hem karê gundiyan sivik dike û dihêle ku gundî karê xwe zêtir pêk tînin.

Li Kurdistanê di çanda Kurdan a gundewarî de taybetî di mehên havîn û payîzê de gundî ji bo karên palehiya giha, amûrên kevneşopî yên wekî tirpan, das, werîs, çelone hwd. bi kar tînin. Li Kurdistanê ku erdnigariya wê çiyayî ye, derfet nade makîneyên nûjen lewma jî ev amûrên keveşopî tên bikaranîn. Lê belê ev çanda ku ji derve balê dikşîne ser xwe, di nava xwe de zor û zehmetiyan dihewîne. Ew amûrên kevneşop her çiqas kar û barê gundiyan hinek hêsan bike jî, li gorî teknolojiya nûjen û amûrên dawî, qels dimînin û her ku diçe kêmtir tên bikaranîn. “Çelone” jî cureyek amûrên kevneşop e ku ji bo berhevkirina giya tê bikaranîn. Çelone taybetî bi darên dîdar, benav, çevrebî û gêlas tê çêkirin. Gundî giha didirûn û wî giyayî dikin texe. Ev texe bi alikariya çelone tên veguhestin û berhevkirin.

Bi çeloneyê ji wext qezenç dikin

Yusuf Dayan ê li gundê Gewka yê girêdayê Colemêrgê dijî, behsa çêkirin û bikarbûna çelone kir.

Yusuf Dayan anî ziman ku çêkirin û bikarbûna çelone kedek dixwaze û derbarê amûrê de ev tişt gotin: “Em çeloneyê bi darên dîdar, benav, çevrebî, gêlas û givîşkê çêdikin. Bi her darê tu nikarî çelone çêbikî. Em şeqlê darê dibirin û serê vê bi mişar ditiraşin. Serê her du daran em ditêxin nav hev û bi têla hesin girêdidin. Bi çeloneyê tu dikarî herî kêm 3-4 texeyên giya rakî û berhev bikî. Bar giran bibe jî em ji wextê xwe qezenç dikin. Heta tu van texeyan yek û yek bibî, bi çeloneyê tu dikarî zûtir bibî û karê xwe bi lez biqedînî.”

‘Ji bav û kalan hîn bûm’

Yusuf Dayan diyar kir ku wî çêkirina çeloneyê ji bav û kalên xwe hîn bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez çêkirin û bikaranîna çelenoyê ji malbata xwe hîn bûm. Bi salan e em li Gewka dijîn. Helbet tiştê bav û kalên me çêkirî em jî hîn dibin. Ji ber ku em heman jiyanê dijîn. Ne tenê çelone, kursikên dar, bêrikên befrê, landik, textên Quranê û bagûrdan jî ez hîn bûme û min berê çêdikirin.”

Etîket: alavçandinîçeloneçenlonegiharakirinYusuf Dayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

4 TÎRMEH 2026
Li Amedê tovên herêmî tên komkirin û parastin

Li Amedê tovên herêmî tên komkirin û parastin

20 HEZÎRAN 2026
Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

18 HEZÎRAN 2026
Îranê xwest fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan

Îranê xwest fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan

26 GULAN 2026
Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

25 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne