• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Amed / AW

14 GULAN 2026 - 20:29
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Meclisa Ziman a Şaredariya Rezanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê bernameyeke hunerî ya berfireh li dar xist. Bernameya ku rastî eleqeyeke mezin hat veguherî mihrîcanê.

Li Amedê bernameyên ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin. Meclisa Ziman a Şaredariya Rezanê ya Amedê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li baxçeyê avahiya xizmetê ya şaredariyê bernameyeke hunerî ya berfireh li dar xist. Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, endamên meclîsê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

Hevşaredar Sîraç Çelîk di vekirina bernameyê de axivî û destnîşan kir ku zimanê dayikê rûmet û hebûna gel e û her xebata ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî tê kirin, ji bo wan di ser her tiştî re ye. Çelîk bang li welatiyan kir ku di her qada jiyanê de li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.

Pîrozbahî bi nîşandana berhemên hunerî yên kursiyeran û pêşangeha wêneyan a zarokan berdewam kir. Di bernameyê de ciwanan bi xwendina helbestên, stranên koroyê û lîstikên gelêrî coşeke mezin dan nîşandan. Her wiha lîstika şanoyê ya ku hat pêşkêşkirin ji aliyê gel ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Beşa herî balkêş a pîrozbahiyê ew bû ku ciwanan bi kincên neteweyî pêşengên wêje û hunera Kurdî mîna Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Feqiyê Teyran, Eyşe Şan û Sûsîka Sîmo li ser sehneyê zindî kirin.

Malbatên ku bi şanazî li zarokên xwe temaşe kirin, bi tîlîlî û çepikan beşdarî pîrozbahiyê bûn û bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Cejna Zimanê KurdîpîrozbahîşahîŞaredariya Rezanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

19 TÎRMEH 2026
Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

26 HEZÎRAN 2026
Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne