• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

Navenda Nûçeyan / AW

31 KANÛN 2025 - 17:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Îranê çalakiyên bi pêşengiya esnafan dest pê kirin bi piştgiriya xwendekar, ciwan û welatiyan vediguherin çalakiyên li dijî rejîmê.

Li Îranê ji ber enflasyona zêde û polîtîkayên aboriyê esnafên Sûka Girtî ya Tahranê di 28ê kanûnê de ji ber zehmetiya debarê dest bi çalakiyan kirin. Çalakî li welat deng veda û belavî bajarên Kerec, Hemedan, Keşm, Malard, Îsfahan, Kirmanşan, Şîraz û Yezdê û çend bajarên din bûn. Tevî esnafan, ciwanên zanîngehan û gelek welatî jî tev li çalakiyên nerazîbûnê bûn.

Nêzîkatiya dubendî û yekemîn windahî

Serokkomar Mesud Pezeşkiyan di şeva 29ê kanûnê de banga diyalogê li çalakgeran kir û anî ziman ku ew ê çalakgeran guhdar bikin. Piştî hevdîtina bi nûnerên çalakgeran re, Serokê Bankaya Navendî ya Îranê Muhammedreza Farzin ji karê xwe îstîfa kir û serokkomar jî vê îstîfayê qebûl kir û li şûna wî Wezîrê Aboriyê yê berê Abdolnasser Hemmatî tayîn kir. Mesud Pezeşkiyan di 30ê kanûnê de têkildarî çalakiyan daxuyanî da û diyar kir ku her hêza ku daxwaza zordariyê bike dê were poşmankirin. Xwepêşandan di roja çaran de rastî mudaxileyên hêzên girêdayî rejîmê hatin û ciwanê bi navê Mehdî Samavatî di mudaxileya hêzên girêdayî rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Rengê çalakiyan veguherî

Bi mezinbûna geşedanan xwendekarên zanîngehê di çalakiyan de li dijî lîderê olî Ayetullah Alî Hamaney dirûşma “Ji dîktator re mirin” berz kirin. Her wiha komeke çalakgeran piştgirî dan kurê Şah Muhammed Riza Pehlevî, Riza Pehlevî û dirûşma “Şah tu her bijî” berz kirin. Riza Pehlevî yê li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) dijî li ser hesaba xwe ya Xê vê peyamê parve kir: “Ez bi we re me. Serkeftin ya me ye ji ber ku doza me mafdar e û em di nav yekitiyê de ne.” Çalakî ji nerazîbûnên polîtîkayên aboriyê veguherî dijbertiya rejîma dîktator.

Îsraîl: Dakevin kolanan

Wezareta Karên Derve ya DYA’ê ser hesaba xwe ya Xê têkildarî çalakiyan wiha got: “DYA li dijî polîtîkayên têkçûyî û aboriya xirab tê birêvebirin, li cem kesên ji bo jiyaneke birûmet û paşerojoke baştir dixwazin e.” Herwiha Serokdewletê DAYê Donald Trump peyamên piştgiriyê da çalakgeran û hişyariya dûrketina ji polîtîkayên ji dewletmendkirin ûranyûmê kir. Donalt Trump diyar kir ku heke polîtîkayên wan yên çêkirina fuzeyên balistîk bidomin ew ê piştgirî bidin mudaxileya leşkerî ya Îsraîlê. Servîsa Sîxurtiyê ya Derve ya Îsraîlê jî bang li çalakgeran kir û wiha got: “Bi hev re dakevin kolanan. Dema wê hat. Em bi we re ne. Ne tenê ji dûr ve û bi gotinan. Di qadê de jî em bi we re ne.”

Çalakî ranewestiyan

Tevî hemû gef û êrişên hêzên rejîma Îranê çalakgerên li dijî rejîmê daketine kolanan venagerin li malê xwe. Rejîma ku ji bo pêşî li çalakiyan bigire bi hinceta hewa sar e betlane îlan kir. Her wiha li zanîngehan tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û bajar ji hêla leşker û polîsan ve hatin dorpêçkirin. Çalakiyên çalakgeran ji navendê belavî zanîngehê bajarên derdorê bûn. Taybetî wargehên xwendekaran ji hêla kontrolkirinê ve ji bo hêzên rejîmê hêj zehmettir e. Dîmenên tên parvekirin xuya dike ku çalakî ji demkî û herêmkî bêhtir her ku diçe berfirehtir û berbelavtir dibin. Her wiha gelek esnaf bi girtina dikanan rejîmê protesto dikin.

Etîket: çalakdijbertiya rejîmêÎranveguherî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne