Çalakiya rûniştinê ya KESKê ji bo biryarên KYKiyên ji karên xwe hatibûn dûrxistin daye destpêkirin, li ber avahiya KESKê didome.
Bi pêşengtiya Konfedarasyona Sedîkayên Karkerên Giştî (KESK) û rêxistinên ked û demokrasiyê, ji bo kesên ku bi biryarên KHKan ji kar hatine dûrxistin li ber Wezerata Dadê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê xwestin li vir çalakiya rûniştinê pêk binin. Polisan nehiştin li vir çalakiya rûniştinê bikin. Li pişt muzekareyan li ber avahiya KESKê ku navçeya Çankaya ya Enqereyê çalakiya rûniştinê li darbixin. Girse heta li ber avahiyê meşiya û li ber avahiyê çalakiya rîniştinê pêk anî.
Piştre polis êrişî çalakiya rûniştinê kir û 20 kes hatin binçavkirin. Dawiya êrîş û binçavkirinan girsê li ber avahiya KESKê çalakiya rûniştinê berdewam kir. Ji bo pişgiriyê gelek endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên ked û demokrasiyê hatin cihê çalakiyê û pişgiriya xwe diyar kirin. Çalakiya rûniştinê ya li ber KESKê didome.




















